Serkewt Ehmed; 914 daxwazkirî hatine girtin

kurdistani 02:55 PM - 2019-09-08
.

.

Serkewt Ehmed dazanîn ku di meha tebaxê de 914 kesên daxwazkirî hatine girtin.

Peyvdarê bi navê rêvebiriya giştî yê polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed serjimêriya buyerên meha tebaxê da ragiahndin ku bi sedan ew kesên daxwazkirî hatine girtin.

Îro roja yekşemê 8-9-2019`an, li bajarê Silêmaniyê, Serkewt Ehmed daxuyaniyek rojnamegerêî da û tê de got; Li gorî jimêryariyên dawî ên ku li meha tebaxê de hatine komkirin, ku 914 kesên tawanbar ên ku ji aliyê dadweriyê ve hatine daxwaz kirin, ji aliyê hêzên me ve hatine girtin.

Her di heman demê de, Serkewt aşkire kir ku komek ji 4 kesan hatiye girtin ku bazirganî bi endamên laşên mirovan dikirin ku serokê komê erebe û her sê kesên pê re kurd in. Komeke din jî hat girtin ku vîza û îşkên bankan sextek çêdikirin û bi nirxekî pir bilind difroştin bi welatiyan.

Li gorî serjimêriya rêvebiriya polîsê Silêmaniyê ku hêzên polîsan di meha buhorî ango tebaxê de, 12 otombîlên taployên sexte girtin û dest dane bi ser 16 damnceyên bê mulet û li gel hejmarek ji çekên kilenşîkov ve.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serkewt Ehmed aşkire kir ku hêzên wan komên din jî girtin ku ew jî bi tawana ku bac ji pêşengehên otombîlan birine û piştî girtinê ew radestî dadgehê hatine kirin tako bi dadwerî bêne dadgeh kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket