Kosret Resûl pêşwazî li konsilê Amerîkayê kir

kurdistani 02:04 PM - 2019-09-08
Kosret Resûl pêşwazî li konsilê Amerîkayê kir

Kosret Resûl pêşwazî li konsilê Amerîkayê kir

Li bajarê Silêmaniyê, Kosret Resûl pêşwazî li konsilê Amerîkayê kir.

Cîgirê yekemîn yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdisrtanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li konsilê giştî Amerîkayê li Êraqê Stîfin Fegin û şandeya bi wî re kir.

Îro roja yekşemê 8-9-2019`ab, li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna endamê serkirdeyetiya YNKê û berpirsê malbenda YNKê i Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl Elî, cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurditanê Kosret Resûl Elî pêşwazî li konsilê giştî yê Amerîkayê Stîfin Feygin û şandeya pê re û di wê civînê de, derbarê peywendiyên Amerîka û hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew aloziyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdadê û rewşa navxweyî yê bi hev re bi dawî kirin.

Di wê civînê de, babaeta girêdayî bi YNKê û kongireya 4ê her du aliyan bi awayekî pir hûrgilî gotûbêj kirin ku pêşeroja YNKê pir girînge ji bo Kurdistan û Êraq û navçe ku kongireya YNKê a 4ê wê ji bo sîtem û rêkxistina navxweyî YNKê bihêztir û bibe piştgirê alîkar û xizmetkirina civaka xelkê Kurdistanê.

Her weha di wê civîna du qolî girîng de, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl di gotina xwe de wiha axivî; Komdengî û hevhelwestiyeke dostane û dilsozane ji bo rêkxistina YNKê û girêdana kongireyekî bê wêne ku wek cadireke hemû tekoşer û dilsozan li xwe bigre.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket