Hezar û 136 kes ji kampa Holê derketin

kurdistani 11:04 AM - 2019-09-08
Hezar û 136 kes ji kampa Holê derketin

Hezar û 136 kes ji kampa Holê derketin

Ji 3‘yê Hizîranê ve hezar û 136 koçber ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê derketin û vegeriyane warên xwe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kesên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin di 3‘yê Gulanê de bi navê ‘Bernameyê Vegerê’ pêngaveke rêwîtiyê hazir kiriye.

Di kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê de 71 hezar û 630 kes dimînin. Di nav de 30 hezar û 890 penaberên ji Êraqê ne, 30 hezar koçberên Sûriyê ne û zêdetirî 10 hezar malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji welatên biyanî ne.
Beşa yekemîn a derketinê di 3‘yê Hizîranê de pêk hat, tê de 800 kes ji jin û zarokên ji bajarên Reqa û Tebqayê ji kampê hatin derxistin û vegeriyan warên xwe. Piştre gelek kesên din jî derketin.

Berpirsên Buroya Derxistinê ya Rêveberiya Kampa Holê Mihemed Elî diyar kir ku ji 3‘yê Hezîranê ve ji 350 malbatî, hezar û 136 kes hatin derxistin (ji Dêrazorê 397 koçber, ji Minbicê 127, ji Reqa û Tebqayê 612 koçber)destnîşan jî kir bernameyê vegerê berdewam e lê li benda amadekirina lîsteya nû ne.
 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket