Bolton wêneya petrolhilgira Êranî belav kir

kurdistani 10:14 AM - 2019-09-07
Bolton wêneya petrolhilgira Êranî belav kir

Bolton wêneya petrolhilgira Êranî belav kir

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton dibêje ku petrolhilgira Êranî (Adrian Darya-1) ber bi Sûriyê ve çûye, heta Êran dest ji derew û belavkirina terorê bernede, Washington sizayên xwe ji ser Tehranê ranakin.

 John Bolton li ser “Twitter” belav kir, “Ewê dibêjin, petrolhilgira Êranî neçûye Sûriyê di xeyal de dijîn,Tehran dibîne ku piştevaniya rêjîma Beşar Esed ji dabînkirina piştevaniya ji gelê wê re girîngtir e,destnîşan kir ku ew dikarin li gel Êranê danûstandin bikin lê sizeyan li ser sivik nake heta dest ji Terorê bernede".

Bolton bi nivîsa xwe re wêneyek belav kir ku roja 6ê Îlona 2019an hatiye girtin û petrolhilgira Îranî Adrian Darya-1 derdekeve li binkeyeke deryayî ya bendera Tertûsê rawestiyaye.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket