Îsmaîl; Rêkxisstina rêzên pêşmerge baştir dibe

kurdistani 05:24 PM - 2019-09-05
Şoreş Îsmaîl pêşwazî li tîmeke hevpeymana navnetewî kir

Şoreş Îsmaîl pêşwazî li tîmeke hevpeymana navnetewî kir

Wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl ragihand; Rêkxistina yekîneyan û lîwayan baş derbas dibin

Wezîrî pêşmergê hikûmeta Herêma Kuridstanê Şoreş Îsmaîl pêşwazî li tîmek ji rawêjkarên Hevpeymaniya Navnetewî  kolonêl Kalîto û muqedem Stîvan kir.

Di wê civîna bi rawêjkarên hêzên hevpeymana navnetewî re wezîrê pêşmergê hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku di civîna li gel hêzên destekger ên ser bi hêzên pêşmerge de tekez li ser birêkxistina rêzên hêzên pêşmerge hatiye kirin ku pêngavên baş tên avêtin û yekîne û lîwa tên birêkxistin û xala herî girîng jî ew e ku bi alîkarî û hevkariya hêzên hevpeymana navnetewî ye.

Ji aliyê xwe ve jî tîma rawêjkarên hevpeymana navnetewî jî tîşk xistin ser pêşketinên herî dawî ku wê hevpeymana navnetewî di proseya şêwermendiya bi pêşmerge re dirêjpêder be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket