Politburoya YNKê encama civînê ragihand

kurdistani 07:06 PM - 2019-09-04
Civîna politburoya YNKê

Civîna politburoya YNKê

Îro çarşemê 4-9-2019`an, hêvarî bi serpereştiya cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî û amadebûna cîgirê duyemîn Berhem Ehmed Salih civîna politburoya YNKê ya asayî li bajarê Silêmaniyê dest pê kir.

Di wê civînê de, pêşkevtin û guhertinên dawî yên siyasî li Êraq û Kurdistan û navçeyê bi giştî û nirxandina kar û barên hizbî û rêxistinî û bi taybetî lidarxistina kongireya 4ê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di barê kongireya 4ê de, tekez li ser wê hat kirin ku amadekariya pêwîst di heyama ku hatiye diyarîkirin de tê kirin û pêktê, her weha di civîna Encûmena Serkirdeyetiya YNKê  ku wê roja şemiyê li bajarê Silêmaniyê di avahiya politburoya YNKê de birêve biçe, ew pêşniyar û lidarxistina kongireyê bi serkevtî wê ji bo pejirandinê wê pêkbînin.

Di civînê de, karûbarên hikûmeta Herêma Kurdistanê nirxandin û tekez li ser wê hat kirin ku ji îro ve bi cihkirina tevayî naveroka rêkevtina siyasî ya di navbera YNKê û PDKê û karnameya hikûmetê ye.

Civîna politburoya YNKê bi pêwîst zanî ku ji bo vê qonaxa hestyar lîsteyeke hevbeş ê Kurdistanî di navbera hemû aliyên siuyasî kurdî ji bo hilbijartinên parêzgehên Êraqê û bi taybet di navçeyên ku ji Kurdistanê hatine birîn, ku biryar we ye di 1 meha nîsana 2020`an de birêve biçe.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket