Şehba; Taploya 500 metran a zarokan birêve çû

kurdistani 05:54 PM - 2019-09-02
Taploya here dirêj yê zarokan

Taploya here dirêj yê zarokan

Yek ji dirêjtirîn tabloya hunerî yê li ser caw (çît) ku li Şehbayê bi pêçiyên zarokên  Efrînî  bi navê (Morên êşê) dest pê kir.

Îro roja duşemê 2-9-2019`an, li navçeya Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê hevsînorê Efrînê, yek ji dirêjtirîn taploya hunerî ku li ser caw ango paçê nîgarkêşiyê hatiye nîgarkirin û ji aliyê 2000 zarokên Efrînî ve bi navê (Morên êşê) birêve çû ku dirêjahiya wê 500 metre wek tê gotin ku ew pêngav wê ji bo Gînsê bê pêşnioyar kirin.

Her weha di wê barê de, hunermendê sazmend Wehîd Usibê Kurd ê ji gundê Çeqelayê ji PUKmedia`yê re ragihand; Bi serperştiya Ajansa Rûmaf û Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê di navçeya Şehbayê de, dirêjtirîn taplo ya zarokan ku bi destên zarokên Efrînê dest pê kir.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Hunermendê Efrînî da zanîn ku Ajansa Rûmaf bi hevrêziya Yekitiya Rewşebîran a Herêma Efrînê ku bêhtir ji hefteyekê amadekariya çalakiya nîgarkirina taployê bi navê (Morên êşê), ji nîgarkirina bi şiqinên zeytunê hatina xemilandin dest bi kar û xebatên xwe ên pîroz kirin.

Wehîd Usibê Kurd di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, aşkire kir ku ev kar wê gelek dengvede ji ber ku zarokên Efrînê va taploya wek nameyekê ji cîhanê re pêşkêş kirin ku em azadî û demokrasî û mafên xwe dixawzin û em hez dikin bi azadî bijîn û em şer û cengê li ser Efrînê naxwezin û bila civaka navnetewî çete û Tirkiyê ji Efrînê derxînin û em vegerin herêma xwe.

Her li gorî nûçeyeke vîdyoyî a ajansa Rûmafê ku ew taploya hunerî ya bi destên zarokên Efrînê yên ji Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin tê sazkirin bi dirêjahiya 500 metrî ye ku ji aliyê 2000 zarokên Efrînê ve pêk tê. Di rastiyê de, ev kar wê bikeve nava rûpelên dîrokê ku çawa 2000 zarokên penaber û awere ji cih û malên xwe bi darê zor û bi reftarên hovana hatine derxistin û serbarî ew jiyana nelibar ku dijîn, hîn jî umêdwarin û xwedî helwest û girêdana ax û nîştimana xwe ne, ev rastiya zarokên Efrînê dide nîşandan ku cihê rêz û pêzanînê ye.

Li gorî ajansa Rûmafê ku ew pêşengeh bi serpereştiya Rûmaf û hevrêziya bi Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê ve tê serperştîkirin ku di hundirî kampa Serdemê a penaberên Efrînê de birêve çû. Amadekirina kelûpelên tabloyê ji aliyê derhênerê sînameyê yê Efrînî Heysem Mistefa û xwediyê nexşe û bîr û ramanê hunermendê naskirî ê Efrînî Henîf Hemo hatiye darijtin.

Her weha ku armanca wê çalakî yê ew ku çawaniya êrişîn artêşa Tirkiye û çeteyên Sûrtî bi wan re ku êrişîn hovane kirin ser cih û warên wan zarokan û jiyan li wan têkdan û di heman demê de wek bîranîna salvegera 5‘emîn a binavbûna zarokê Kobanî Alan Kurdî ye ku di kenara deryayê Îcayê jiyan ji dest dabû ew çalakî hatibû pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye ku dirêjktirîn taploya hunerê xwendekaran di cîhanê de bi dirêjahiya 10.85 metran bû ku saziya Gînis a cihanî ya jimaregirtina pîvanan ku di sala 2015`an li Dubey Otodrom de birêve çû bû bi navnîşana (Ez bi te re nakok im). Lê evê li Şahbayê biorêve çû ye, gelek cudaye ji yê Dubey, ji ber ku zarokên ku hunera xwe li ser 500 metrên caw(Çît)ê nigarkirine, ew zarok ji navçeyên xwe reviyane û hatine Şehbayê ku 2000 zarokên Efrînê beşdarî li wê tabloyê kirine tako zor û zehmet û nexweşî û ew tiştên ku çeteyên bi nav Opozisyyona Sûrî li Efrînê tawanên cur bi cur li dijî xelkên Efrînê encam didin bighêjin bi tevahiya saziyên cîhanê tako aliyên peywendîdar agahadarî wê rewşê bin û helwestên xwe nîşan bidin û zarokên Efrînê bi azadî û aramî vegerin ser axa xwe a Efrînî ku wek hemû zarokên gerdûnê bijîn û serfiraz bin..

Hûn dikarin bi riya wêneyan bişpînin...

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket