Efrîn tijî Ereb bûne,revandina welatiyên resen didome

kurdistani 11:42 AM - 2019-09-02
Efrîn tijî Ereb bûne,revandina welatiyên resen didome

Efrîn tijî Ereb bûne,revandina welatiyên resen didome

Çeteyên dewleta Tirk kiryarên xwe yên bi armanca guhartina demografiya herêma Efrînê didomînin.
Ji aliyekî ve bi rêya revandina welatiyên sivîl fişaran li şêniyan dixe, ji aliyekî din ve jî, malbatên xwe ji Idlibê tînin û li gund û navçeyên Efrînê bi cih dikin ku li Bilbilê 800 malbat bicih kirine.
Her weha çeteyan di van rojên dawî de 20 sivîlên resen ji gundê Maratê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyare,navên hemû kesên ku hatine revandina ne ketine berdest tenê sê kes aşkire bûne:" Elî Hesen , Xelîl Mihemed , Elî Çeqelî ".
Li gundê Coqê jî çeteyên Tirk ên bi navê el-Hemzat bi ser gundê Coqê yê girêdayî bajarê Efrînê de girt di encama serdegirtinê de 3 sivîl hatin revandinku yek ji wan navê wî Henîf Îsa ye.
Li navçeya Cindirêsê jî 4 sivîl ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, navên wan ev in:

– Mistefa Xêro Mamkêlo ji gundê Aşka Xerbî
– Mihemed Remzî Xelîl ji gundê Hec Hesna
– Ebdo Mistefa Mihemed ji gundê Xalta
– Mihemed Mistefa ji gundê Xalta

Li gorî agahiyên ji herêmê ketin dest, hefteya borî nêzî 800 malbat derbasî navçeya Bilbilê bûne,destnîşan hat kirin ku niha bêhtirî 17 hezar malbatên ereb ketine Efrînê û gundewar wê,li beranberî wê jî tenê 5 hezar malbatên Efrînî yên resen mane .


PUKmedia/Nazliye Remedan 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket