Lubnan penaberên Sûrî bi zorê der dike

kurdistani 11:41 AM - 2019-08-31
 Lubnan penaberên Sûrî bi zorê der dike

Lubnan penaberên Sûrî bi zorê der dike

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty) ragihand ku hikûmeta Lubnanê nêzîkî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî bi zorê koç kirine û ew radestî hikûmata Sûriyê kirine.  Amnestî  hişyariyê dide ku  ew nikarin biçin nav axa Sûriyê, daku bizanibin çi çarenivîsa wan kesên ku ji aliyê ewlekariya Lubanê ve bo hikûmeta Sûriyê hatine radestkirin.

Amnesty di raporta xwe ya dawiyê de ragihand, ku di vê dawiyê de desthilatên Lubnanê  nêzîkî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî bi zorê derkirine û radestî hikûmata Sûriyê kirine,  Lêkolera Amnestyê Sara Mendûr dibêje: “ Nêzîkî 2 hezar û 500 kes hatine koçkirin, ew yek li gor mîkanîzmaya saziya ewlekariya giştî yan çi aliyekî ewlekariyê be li Lubnanê ew yek tê kirin. Dema kesekî Sûrî piştî 24 meha 4ê ku bi dizî derbasbûye digirin, wê demê bo Sûriyê tê koçkirin, wate bo hikûmeta Sûriyê tê radestkirin.”

Tîma Amnesty li Lubananê hişyariyê dide û dibêje, ji ber astengan ew nikarin biçin nav axa Sûriyê, daku bizanibin çi çarenivîsa wan kesên ku ji aliyê ewlekariya  Lubanê ve bo hikûmeta Sûriyê hatine radestkirin, wate bi nerîna Amnestî jiyana kesên radestkirî di metirsiyê de ye, diyar kir ku ew Amnestyê dixwazin hikûmeta Lubnanê koçkirina bi zorê rawestîne. Em nikarin biçin nav Sûriyê daku bizanibin çi çêdibe, yan çarenivîsa wan kesên ku hatine koçkirin bizanibin. Berî her tiştî selametiya koçber, parastin wan ji girtinê, û birina wan bo leşkeriya bi zorê . Ev hemû tişt koçberên Sûriyê ditirsînin ku vegerin. Piştre mafên vehewandinê û kar û mafên din.”

Piştî 13ê Gulana îsal , li gor biryara Civata Bilind a Berevaniyê ya Lubanê, ew koçberên Sûrî ku piştî 24ê Nîsana îsal bi awayekî neyasayî derbasî Lubnanê bûne, ji aliyê desthilata ewlekariya Lubanê bo hikûmeta Sûriyê tên raderstkirin, vê yekê jî nerazîbûn û tirsek zêde li pey xwe aniye.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket