Li Helebê di navbera “Mertala Firatê” û YPG de şer derket

kurdistani 01:51 PM - 2019-08-30
Li Helebê  di navbera “Mertala Firatê” û YPG de şer derket

Li Helebê di navbera “Mertala Firatê” û YPG de şer derket

Li bakurê Helebê di şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên “Mertala Firatê” Sûriyê de 9 çekdar hatin kuştin.

ReLi gor rragihandina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ku di hewldaneke pêşveçûna Şervanên YPGê li eniya Dixilbaş li bakurê rojavayê bajarokê Babê de şerekî giran di navbera wan û çekdarên Mertala Firatê (grûpa Sultan Silêman) de derket, di encamê de 9 çekdarên Mertala Firatê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.
Ev şer di demekê de ye  ku li bakurê Helebê şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê û devera Şehbayê topbaran dike. Pêr jî artêşa Tirkiyê bi topên Hawinê gundê Merenaz, Malkiyê û Elqemiyê topbaran kiribû.

Ji aliyekî din ve, Hêzên Rizgarkirina Efrînê îro di daxuyaniyekê de belav kir, di operasyonên cuda de wan 2 çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve li gundewarê Ezazê kuştin.


PKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket