Li Helebê 10 dibistan hatin sererastkirin

kurdistani 11:48 AM - 2019-08-29
Li Helebê 10 dibistan hatin sererastkirin

Li Helebê 10 dibistan hatin sererastkirin

Bi hatina sala nû ya xwendinê 2019- 2020’an, Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Demokratîk a Helebê  amadekariya vekirina 10 dibistinan dike, dê ev 10 dibistan 13 hezar xwendekar ji tevahî qonaxên xwendinê pêşwaz bike.

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê ya Demokratîk a Helebê amadekariya destpêkirina sala nû ya xwendinê 2019 – 2020’an dike. Ji aliyekî de pêdiviyên xwendekaran amede dike ji aliyê din ve jî dibistanên ku ji ber şerê herêmê wêran bûne, sererast dike. Her wiha dest bi qeydkirina xwendekaran jî hat kirin.

Komîteyê bi rêya Yekîtiya Mamosteyan û pêkhateya Dibistanan a girêdayî wê, di betlaneya havînê de bi rêya vekirina dewreyên perwerdê û gihandinê, 200 mamoste amade kirin.

Dibistanên ku dê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vebin 10 in, jê 6 seretayî û 2 jî navîn in. Li rexê jî dibistanek ji qonaxa amadehî û yek ji ya fêrkirina zimanê Kurdî bên vekirin.

Li gor rêveberên komîteyê hejmara xwendekarên ku hatine qeydkirin, gihaştin 13 hezaran. Her wiha dê hejmar bigihîne 15 hezaran.

Rêveberê Pêkhateya Dibistanan Elî Mehmûd ji tevahî xwendekaran re serkeftin xwest û got: “Ji bo civak pêş bikeve, zanekirina nifşê nû pir giring e.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket