Keştiya petrolê ya Îranê berê xwe da Tirkiyê

kurdistani 12:18 PM - 2019-08-24
Keştiya petrolê ya Îranê berê xwe da Tirkiyê

Keştiya petrolê ya Îranê berê xwe da Tirkiyê

Li gorî ajansa Associated Press ragihand ku keştiya petrolê ya Êranê ‘Adrian Darya’ ku berê bi navê ‘Grace 1’ dihate naskirin û zêdetirî mehekê li Cebel Tariq girtî ma, berê xwe daye Tirkiyê.

Adrian Darya ji ber texmîna ku cezayên Yekitiya Ewropayê (YE) yên der barê Sûriyê de binpê kirine, çend hefteyan ji aliyê hikumeta Cebel Tariq ve hate rawestandin.

Li gorî hemen Ajansê ku di detayên destpêkê de, îro serê sibê (roja şemiyê) tîma keştiya petrol ya sîstema AIS berê wê da bendera Mêrsînê ya Tirkiyê, lê dikare berê sîstema AIS bê guherandin, ji ber vê yekê jî dibe ku Tirkiyê ne cihê rast ê rêgeha keştiya petrolê be.

Malpera şopandina keştiyan MarineTraffic.com jî cihê keştiya Îranê li başûrê Siqeliya ya Deryaya Spî îsbat kir.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê beriya niha bi çend rojan, hişyarî da dewletên ku alîkariyê bidin keştiyê û got: “Alîkariya keştiya petrolê ya Îranê  (Grace 1) ku roja duşemê ji Cebel Tariq derketibû, wekî ku destekê dide ‘rêxistinên terorîst’.”

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket