Zarokeke Efrînî; Mam Celal parêzvanê zarokan bû


23/8/2019 15:55:00
Çapkirin
     Vejîn Efrînî

Nêrîna zarokeke Efrînî ku wek çalakvaeneke Rêxistina Hawar a Parastina Zarokên Efrînê tevdigere Vejîn Murşid Efrînî jî di bare roja koçkirina dawî yê serok Mam Celal wiha got; Nûçeya koça dawî ya Mam Celal ji min re gelek nexweş bû, ji ber ku min ji bavê xwe re gotibû, ez dixwaz im serok Mam Celal bibînim û derbarê rewşa zarokên Efrînê bipeyvim tako ez nameya zarokên Efrînê jê re bibêjim.

Vejîn dibêje ku ew wek zarokeke Efrînî pir caran dixwast ku serdana Mam Celal bike û spasiya Mam Celal bike ku gelek hevkarî û alîkariya Kobanê bi riya Amerîkayê kir û zarokên Kobanê ji DAIŞê rizgar kir û parast û nave niviyê xwe yê nûbihar lawê kak Bafil lê kir Kobanî, ev yek pir bala min kişand û min xwest ez wî spas bikim, lê mixabin ew derfet ji min re derneket ku ez Mam Celal bibînim.

Ji min re Mam Celal wek zîrektirîn û jîrtirîn serok li Êraq û Herêma Kurdistanê bû, ew xizmetî hemû gelê Kurdistanê dikir, ji zarokan hez dikir û zarok diparest û rê nedida ku zarok werin kuştin.

Ez ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê daxwaza wê yekê dikim ku wek çawa Mam Celal ji mêj ve alîkarê kurdên Rojavayê Kurdistanê bû, ew jî alîkarê zarok û penaberên Efrînê bin, çi li vir û çi li Şehbayê û çi li hundirî Efrîn.

Ji welatên mezin ên cîhanê bixwazin ku Tirkiyê ji Efrînê derkeve û bila zarokên Efrînê azad û serbest bibin. Tako Efrîn aram û azad be, ez daxwaza vê xwestekê ji YNKê û tevahiya aliyên siyasî kurd heman daxwazê dikim ji ber ku heya Efrîn rizgar ne be, Kurdistan jî kok serbixwe na be.

PUKmedia


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê


3 rojnameger, sê kesên ku berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ragihandin cihanê. Ew berxwedanek dîrokî ya taxek biçû...


»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo
»  Silêmanî; Yilmaz Guney dibe sersurhênerê 8`mîn ya dunya yê

Karîkator