Pentagon: Me nehişt Tirkiye destêwerdana serbazî li bakurê Sûriyê bike

kurdistani 12:26 PM - 2019-08-23
.

.

Berdevaka Wezareta Derva ya Amerîkayê (Pentagon) Sean Robertson aşkere kir ku derbarê  herêma aram peywendiyên wan ligel Tirkiyê berdewam in,û tekez kir ku wan rê neda Tirkiyê ku destêwerdana serbazî li bakurê Sûriyê bike.

Herwiha Sean Robertson amaje bi wê jî kiribû ku di encama hevdîtin û têgihiştina wan ligel berpirsên Tirkiyê rêliber wê yekê girtiye ku Tirkiyê operasyoneka serbazî li  bakurê Sûriyê encam bide, daye zanîn ku dabînkirina aramî û ewlehiyê li ser sînor di navbera Tirkiyê û hêzê kurdî da bo herdu aliyan jî gelekî giring e.

Berpirsên Amerîka û Tirkiyê beriya bi 2 hefteyan bi daxuyaniyeka hevbeş aşkere kiribûn ku wê li bakurê Sûriyê herêmeka aram ava bikin û wê navenda kontrola herêma ewle li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê were danîn.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket