Mizgîniyek ji rojnamevanên Helebçeyê re

kurdistani 04:24 PM - 2019-08-21
Serokê liqa Sendîkeya rojnamevanên Kurdistan ê Helebçeyê re

Serokê liqa Sendîkeya rojnamevanên Kurdistan ê Helebçeyê re

Mizgîniyek ji rojnamevanên sînorê parêzgeha Helebçeyê re ji bo wergirtina zevî.

Liqa Helebçe yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand; Ew rojnamevanên ku zevî wernegirtine, mafê wan e ku zevî wergirin.

Di wê barê de, berpirsê liqa Helebçe yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Îbrahîm Hewramî ragiahnd; Em hewil didin ku ew rojnamevanên ku heya niha zevî wernegirtine mafên wan bidin û ji mafên wan e ku zevî wergirin.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Hewramî aşkire dike ku ew ji bo encûmena bilind ê Sendîkeya Rojnamevanan nivîsekê dikin tako arasteya encûmena wezîran bê kirin û razîbûna wergirtina zevî ji bo rojnamevanên sînorê Helebçeyê wergirin.

Di axivtina xwe de Îbrahîm Hewramî da zanîn ku ew rojnamvanên mafdar jimareya zevî wergirtine, lê heya niha razîbûna fermî yê hikûmetê tune û em li benda fermana bi cihkirinê ne taku ew rojnamevanên sînorên Helebçeyê zeviyên xwe wergirin ku ji mafê wan e.

PUKmedia-Haja Basit

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket