Pompeo: Emê destûr nedin teslîmkirina tankera nefta Êranê

kurdistani 10:02 AM - 2019-08-21
 Pompeo: Emê destûr nedin teslîmkirina tankera nefta Êranê

Pompeo: Emê destûr nedin teslîmkirina tankera nefta Êranê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got ku Dewletên Yekbûyî dê hemî tedbîran  bigire da ku pêşî li teslîmkirina naftê ji Sûriyê re bigre, destnîşan jî kir ku wan eşkere kiribû ku her kesê ku destê xwe pê bike ,her kesê ku piştgiriya wê bike,her kesê ku destûr bide geştiyê dê rastî sizeyên û cezayên Dewletên Yekbûyî were.

Pompeo amaje bi yekê jî kir ku: "Ger ew keştî dîsa ber bi Sûriye ve biçe, emê dest bi tedbûran bikin da vê yekê qedexe bikin, tankerê Adrian Daria 1, ku bi navê Grace 1 dihate naskirin, di 18ê Tebaxê Cebel Tarêq derket,aşkire bûm ku keştî berbi Girava Yewnanî ya Kalamata ve diçe.

Ji hêla xwe ve, medyayên Êranî ragihandin ku tankera "Adrian Daria" (Grace 1), ku niha di nav avê naverast de ye, dê di bin çavdêriya Heres Sewrî yê Êranê de be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket