Êraq; 2518 buyerên hatûçûnê 2613 mirî û 21953 birîndar in

kurdistani 07:08 PM - 2019-08-19
2518 buyerên hatûçûnê rudane

2518 buyerên hatûçûnê rudane

Li Êraqê di şeş mehan de 2518 buyerên hatûçûnê rudane û 2613 mirî û 21953 birîndar in.

Di wê barê de, Komisyona mafên Mirovan hejmara wan kesên ku 6 mehên sala 2019`an ku ji ber rudawên hatûçûnê jiyana xwe ji dest dane aşkire kir.

Endamê komisyona mafên mirovan ê Êraqê Fazil Xerewî îro roja duşemê 19-8-2019`an di belavokekê de hejmara rudaw û kesên ku jiyana xwe ji dest dane da ragiahndin ku ji destpêka sala 2019`an û heya meha şeşan 2518 buyerên hatûçûnê pêkhatine.

Di dirêjahiya wê belavokê de, Xerewî dide xuyakirin ku ji ber wan buyerên hatûçûnê ve 2613 kesan jiyana xwe ji dest dane û 21953 kes jî birîndar bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket