Komek koçberên Efrînî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin revandin

kurdistani 10:39 AM - 2019-08-19
 Komek koçberên Efrînî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin revandin

Komek koçberên Efrînî ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin revandin

Hat ragihandin ku komek koçberên Efrînî yên ku dixwastin ji bajarokê Nubl yê Sûriyê derbasî bajarê Helebê bibin, ji aliyê hêzên rêjîma ve hatin revandin.

Dezgeha çavdêra mafên mirov li Sûriyê belav kiriye, 4 koçberên Efrînî ku dixwastin ji bajarokê Nubl derbasî Helebê bibin, li xala pişknînê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatin revandin.

Li gorî agahiyên wê dezgehê, çekdarên rêjîma Sûriyê pêwendî bi malbatên wan 4 koçberan kirine û li hember berdana her kesekî ji wan daxwaza  400 hezar Lîreyên Sûrî kirine!

Piştî ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî hat dagîrkirin, zêdetir ji 250 hezar Efrînî koçber û derbider bûn, beşek ji wan li nav kampan bicih bûn.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket