Li Kabulê êrîşa xwekujî: 63 qurbanî û 182 birîndar

kurdistani 10:25 AM - 2019-08-18
Li Kabulê êrîş: 63 qurbanî û 182 birîndar

Li Kabulê êrîş: 63 qurbanî û 182 birîndar

Li rojavayê paytexta Afxanistanê Kabulê, êrîşkerekî xwe teqand û di encamê de 63 kes hatin kuştin û 182 kes jî birîndar bûn. Tevgera Talîbanê êrîş şermezar kir û tekez kir ku peywendiya wan bi êrîşê tune ye.

Li gor ragihandina Hikûmeta  wê welatî ku di êrîşa duh de ku li dijî şahiyeke li Kabulê pêk hat, 63 kes hatine kuştin û 182 kes birîndar bûn,ku nav qurbaniyan de jin û zarok hebûn.

Tevgera Talîban îro sibehê êrîş şermezar kir û diyar kir ku destê wan di êrîşê de tune ye. Berdevkên tevgerê li ser Twitterê wiha nivîsand: "Tevger bi tundî vê êrîşa li dijî sivîlan a li Kabulê şermezar dike. Çalakiyên mîna kuştina qesdî û hovane, mîna vê êrîşê û hedefgirtina jin û zarokan, armanc jê çi ye!"

Teqîna duh li rojavayê Kabulê pêk hat, di demekê ku DYA û tevgera Talîban di pêvajoyên dawîn gotûbêj dikir de ji bo hevpeymana kêmkirina hêzên Amerîkayê li Afxanistanê.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket