Li Idlibê herî kêm 15 sivîl hatin kuştin

kurdistani 12:54 PM - 2019-08-17
Li Idlibê herî kêm 15 sivîl hatin kuştin

Li Idlibê herî kêm 15 sivîl hatin kuştin

Di êrişeke firokeyên Rûsî de li herêma Idlib ya Sûriyê, herî kêm 15 sivîl hatin kuştin.

Dezgeha çavdêra mafên mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye ku duhî firokeyên Rûsî li gundê Has, li başûrê bajarê Idlib yê Sûriyê, da herî kêm 15 sivîl hatin kuştin ku di nav kuştiyan de 4 zarok hene û gelek kes jî birîndar bûn
Tê gotin ku hêzên rêjîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsî gelekî nêzîkî bajarê Xan Şêxûn yê Idlibê bûne. Li gorî agahiyan, eger ew der bikeve destê rêjîmê wê çaxê yek ji xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê dikeve bin dorpêça hêzên rêjîma Sûriyê.

Hêjay gotinêye ku li herêma Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê hene ku di çarçoveya rêkeftina navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatine danîn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket