Artêşa Îsraîlê bersiv da moşekên ji Xezayê hatine avêtin

kurdistani 09:40 AM - 2019-08-17
Artêşa Îsraîlê bersiv da moşekên ji Xezayê hatine avêtin

Artêşa Îsraîlê bersiv da moşekên ji Xezayê hatine avêtin

Balafirên artêşa Îsraîlê bersiva moşekên ji Xezayê ber bi bajarokên Îsraîlê ve hate avêtin, da û nuqteyên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê yên li Xezayê bombebaran kirin.

Li gor ragihandina jêderên ji Xezayê diyar bû ku artêşa Îsraîlê gelek nuqteyên komên Filistînê û zeviyên çandiniyê topbaran kirin lê tu ziyanên canî tune ne.

Berdevkê artêşa Îsraîlê têkildarî êrîşan wiha gotibû: "Balafirên Îsraîlê bersiva moşeka ji Xezayê hate avêtin da û gelek nuqteyên Xezayê kirin armanc. Hemasê berpirsyariya tiştên ku li Xezayê çêdibin.”

Di rojên dawîn de, di navbera komên Filistînê li Xezayê û artêşa Îsraîlê de piştî binpêkirina girêbesta ku herî dawî bi serkêşiya navneteweyî di navbera her du aliyên de hate îmzekirin, şerên dijwar rû didin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket