Li Minbicê pêşangeheke wênesazî û kardestiyan hate vekirin

kurdistani 04:57 PM - 2019-08-15
Li Minbicê pêşangeheke wênesazî û kardestiyan hate vekirin

Li Minbicê pêşangeheke wênesazî û kardestiyan hate vekirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarên wê, di dawiya dewreyên amadekariya mamosteyan ên werza havînê de û bi hilkeftina salvegera 3`yemîn a rizgarkirina Minbicê re, pêşangeha wênesaz û kardestiyan vekir.
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarên wê di dawiya dewreyên werza havînê yên amadekariya mamosteyan de, pêşangeheke hunerî, şûnwar û karên destan ku nîşana zanist, perwerde û şaristaniya bajêr e vekir.

Pêşengeh di heman demê de bi wesîleya salavgera 3‘yemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate vekirin.

Pêşangeh bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hate vekirin û paşê ji aliyê rêvebere perwerdê Nojîn Ehmed ve hate vekirin û beşdar li holê geriyan.

Kel û pelên pêşangehê ji aliyê mamosteyên pispor di aliyê huner û wênesazên ku beşdarî dewreyên werza havînê bûne, hatin amadekirin.

Tê zanîn ku dewreyên werza havînê ji aliyê Komîteya Perwerde û Fêrkirina ya Minbicê ve bi armanca amadekirina mamosteyan ji bo sala nû hatin vekirin. Komîteyê di vê demê de 3 dewre bi dawî kirine.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket