PUKmedia Cejna Qurbanê pîroz kir

kurdistani 11:12 AM - 2019-08-12
Cejna we pîroz

Cejna we pîroz

Bi hatina Cejna Qurbana pîroz PUKmedia`yê Muslimanên Kurdistan û Êraq û Cîhanê pîroz kir.

Bi navê hemû xebatkar û nivîskarên PUKmedia`yê, bi boneya Cejna Qurbana pîroz ji bo hemû sopîner û xwendevan û hezkiriyên malpera me pîrozbahiyên germ arasteya we yek bi yek dikin.

Hêvî dikin ev rojên pîroz bibin rojên serkeftin û serxwebûna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, her wiha hêvî dikin wê ji bo hêzên Kurd ên şoreşger, Pêşmerge û parêzvanên her çar aliyên Kurdistanê yên ku niha di çeperên şer de berdewamin ji bo parastina axa Kurdistanê ya pîroz, erkên xwe bi cih tînin.

Em bejna xwe jî li hember şehîdên Kurdistanê ditewînin û silav û pîrozî ji giyana pak yê Mam Celal û hemû nemirên riya azadiya kurd û Kurdistanê be.

Em pîrozbahiya Cejnê her wiha li tevahiya malbatên şehîd û birîndarên cenga li dijî terorê û fedakarên parastina axa welat dikin.Ji bo tevahiya gelê Kurdistanê em hêvî dikin ev rojên pîroz wê bibin rojên azadî û aştî û jiyana bi rûmet.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket