Li Ezazê teqîn: kuştiyek û 6 birîndar

kurdistani 06:39 PM - 2019-08-10
Li Ezazê teqîn: kuştiyek û 6 birîndar

Li Ezazê teqîn: kuştiyek û 6 birîndar

Li bajarê Ezazê yê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin di encama teqînekê de kesek hat kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku teqîn vê sibehê li nêzî mizgefta Muteyem a taxa Senter a navenda bajêr pêk hat.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku teqîn bi rêya motorsêklêteke bombebarkirî hatibû kirin û di encamê de welatiyê bi navê Mihemed Bekirî Ebûd ê ji navçeya Til Rifetê hate kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan navên birîndaran diyarkirin û gotin kesên birîndar ev in: Mehmûd Mihemed El-Erîd ji Ezazê ye 45 salî ye, Mehmûd El-Ehdeb ji Cebrîn 49 salî ye, Mustefa Mihemed Dehîl ji Ezazê ye 16 salî ye, Weysî Mihemed Şêxo ji Ezazê ye 16 salî ye, Ehmed Raxib El-Necim ji Ezazê ye 16 salî ye û Hanî El-Salih ji Ezazê ye 21 salî ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket