Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê xwe xurttir dike

kurdistani 01:05 PM - 2019-08-10
Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê xwe xurttir dike

Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê xwe xurttir dike

Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêzên serbazî bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Hat ragihandin ku Şeva derbasbûyî karwaneke leşkerî yê ku ji Fermandariya Lîwa Zirhî ya 20an a li Rihayê bi rê ket, gihişt navçeya Kahniya Xezalan (Akçakale) ku dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hemberî Girê Spî ,tank û obusên ku bi 10 barhilgiran hatin veguhastin, dê li navçeyên li ser sînor bên bicihkirin.

Ev di demekê de ye, ku piştî hevdîtinên şandên leşkerî yên Amerîka û Tirkiyê li Enqerê, herdu aliyan ragihandibûn ku wan derbarê ‘Navçeya Aram’ de li hev kirine û di vê çarçovê de ji bo koordînekirina wê devera ku dê li ser axa Rojavayê Kurdistanê bê avakirin, dê navendeke hevbeş li Tirkiyê bê avakirin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket