Pentagon: Mekanîzma ewlehiyê bi Tirkiyê re dê bê bi cihkirin
kurdistani 10:59 AM - 2019-08-08Pentagon: Mekanîzma emnî ya bi Tirkiyê re dê bi çend qonaxan bê cîbicîkirin
Berdevkê Pentagonê derbarê gotûbêjên Amerîka û Tirkiyê de yên li ser pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina wan li ser damezrandina navendeke hevbeş a operasyonê ya Amerîkî-Tirkî got, “ev mekanzîma emnî dê di çend qonaxan de bê cîbicîkirin, lê Amerîka amade ye çend pêngavên bilez cîbicî bike.”
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, Sean Robertson ragihand ku“armanca me pêkanîna navendeke operasyona hevbeş a Amerîkî-Tirkî li Tirkiyê ye.” amaj bi wê yekê jî kir ku “Di vê heftiyê de gotûbêjên me yên serbazî li Enqerê, ber bi arasteya damezrandina navçeya ewlehiyê ya demdirêj li bakurê rojhilatê Sûriyê, pêşveçûn bi xwe ve dîtine, ku nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê, hevpeymanê me yê NATOyê li xwe digire.”
Derbarê çawaniya cîbicîkirina navçeya ewlekariyê ya hevbeş a Amerîkî-Tirkî de, Sean Robertson destnîşan kir: “Ev navçe dê bi çend qonaxan bê cîbicîkirin, Amerîka amade ye hinek çalakiyan bi lez cîbicî bike, di demekê de ku gotûbêjên me li gel Tirkiyê berdewam dibin.”û dîsa tekez li ser wê yekê kir ku“armanca Wezareta Berevaniyê li Sûriyê, hêj jî têkşikandina yekcarî ya DAIŞê ye.”
Duh Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê û herwiha Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê di du daxuyaniyên cuda de, ragihandin ku piştî civîneke 3 rojî ya rayedarên leşkerî yên herdu welatan, herdu alî li ser damezrandina navendeke hevbeş a operasyonê ya Amerîkî-Tirkî, ji bo hevahengî û cîbicîkirina karên damezrandina navçeya aram li Sûriyê li hev kirine.
Hêjayî bîrxistinê ye ku HSD û Rêveberiya Xweser pêşniyara Amerîkayê ya ku kûrahiya navçeya aram 14 km be, red dikin û li dijî wê yekê ne, ku Tirkiye di pêkanîna navçeya aram de rol bibîne.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19