Tirkiyê ji bo operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê seferberî ragehand

kurdistani 11:26 AM - 2019-08-07
 Tirkiyê ji bo operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê seferberî ragehand

Tirkiyê ji bo operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê seferberî ragehand

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî rojhilatê Firatê seferberî ragihand.

Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyê ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji sazî û dezgehên fermî yên li bajar û bajarokên ser sînorê Sûriyê û Rojavayê Kuridstanê re fermaneke seferberiyê birê kiriye.

Di wê fermanê de, Wezareta Navxwe ya Tikriyê sazî dezgehên fermî yên wekî asayîş, qeymeqamî û şaredariyan li ser egera operasyonekê li dijî rojhilatê Firatê agahdar dike û dixwazê ji wan dike pêdeçûnekê li ser derfet û pêwîstiyên xwe bikin û xwe ji bo egera operasyonekê amade bikin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan beriya niha 3 rojan gotibû ewê dijî rojhilatê Firatê operasyon bikin û Amerîka û Rûsya jî bi vê yekê agahdar kirine,lê derbarê vê yekê de  Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper ragihand, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, nayê qebûlkirin û Amerîka dê rêgiriyê lê bike.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket