Zincîreke zêrî ji Kurdistan bo Semawe


6/8/2019 12:45:00
Çapkirin
     Zincîreke zêrî ji Kurdistan bo Semawe

Zincîreke zêrî ji zarokên Kurdistan bo biyabana Semawe li başûrê Êraqê .

Li gorî zanyariyên ku bi PUKmedia`yê gihîştine ku di encama kar û xebatên tîma taybet a derxistina termên enfalkiriyên kurd ên di goristanên bi komî de li parêzgeha Semawe yê, zincîereke zêrî di hundirî goristanê de dîtin.

Piştî belavbûna zincîra zêr a ji goristana Semaweyê hatiye derxistin li ser rûpelên veghîştina civakî wêneyê a 2 keçkên kurd ku hatibûn Enfal kirin û zincî di stuyê wan de ye wek a ku hatiye derxistin û tekez dikin ku ew zincîr ê yek ji van her du keçkên kurd ên ku hatine enfalkirin.

Her weha ji aliyê xwe ve peyvdarê wezareta karûbarên şehîd û Enfalan di hikûmeta Herêma Kurdistanê de Fuad Osman ji PUKmedia`yê re ragihand ; Kar û xebatên derxistina termên enfalan li biyabana Semaweyê heya niha li navçeya Şêxiye 171 şehîd hatine derxistin.

Peyvdarê wezareta karûbarên şehîd û Enfalan di hikûmeta Herêma Kurdistanêdi dirêjahiya axivtina xwe de wiha aşkire kir ku wê piştî pişuya cejna qurbaê jî wê ji goristana duyemîn û sêyemîn termên enfalkiriyann derxînin.

Di daxuyaniya xwe de, Fuad Osman aşkire kir ku wê piştî derxistina termên şehîdan bibin Bexdadê û wê (D.N.A)jê bigrin û piştre jî rewana Kurdistanê bikin taku di goristanên enfalkiriyan de bin ax bikin.

Hêjayî gotinê ye ku di roja sêşemê 23-7-2019`an, hilkirin û vekirina gorên bi komî bi amadebûna şandeya fermî yê wezareta şehîdan û enfalan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û lîjneya desteya gorên bi komî li saziya şehîdên Êraqê ku yekemîn gora bi komî li parêzgeha Semaweyê li başûrê Êraqê hatibûn derxsitin û dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin.

PUKmedia
 


 

Almanya; Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeş kirin


Li bajarê Oberhausenê ya Almanyayê civaknasê kurd ê Efrînî û naskirî Dr. Mihemed Zeyno pirtûka xwe ya bi navê El-Îndîma...


»  Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket
»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Rewşa zimanê kurdî di roja zimanê dayîkê yê cîhanî de


Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê...


»  Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê
»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

Karîkator