Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû

kurdistani 12:04 PM - 2019-08-06
Serdana Şêx Alî bo mezrara Mam Celal

Serdana Şêx Alî bo mezrara Mam Celal

Di hevpeyvîneke xwe de, sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye PYDK.S Mihyedîn Şêx Alî  ji PUKmedia`yê re da zanîn ku Mam Celal di demezrandina yekemîn partiya kurdî li Sûriye û piştgiriya hemû xelkên Sûrî bû bi bê cudabûn û xwedî roleke pir girîng bû. Mam Celal piştgiriya me hemûyan bû.

Di serdana xwe ya ji Herêma Kurdistanê re, sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye PYDK.S Mihyedîn Şêx Alî  wek kesyatiyeke ramyarî û naskirî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê di roja 30-7-2019`an serdana bajarê Silêmaniyê kir û di wê serdana xwe de, yekemîn serdan bo mezraê serokê rewan şad Mam Celal li girê Dabeşan bû ku gulbaxeke gul wek rêzgirtin li ser mezsarê dîna û nivîseke derbarê kesayetiya Mam Celal de nivîsî. Her weha piştre jî serdana gore Kak Newşîrwan Misterfa û Peykarê Arîn Mîrkan li Ser Çinar û Parka Hawarî Şar û Şanoya Romanî kir û serdana gelek aliyên siyasî û rêxistinên sivîl û malên kurdên Rojavayê Kurdsitanê yên li Silêmanî û derdora wê kir.

Me jî wek PUKmedia`yê diderfetên cuda cuda de, wek erkekî rojnamgerî û neteweyî bi baş zanîn ku em ji nêzîk ve hevpeyvînek bi mamoste Şêx Alî re pêkbînin û ev ê li xwe rê naveroka wê hevpeyvînê ye.

*Silêmaniyê Navnîşana me ye....

Di hevpeyvîneke taybet de, Mihyedîn Şêx Alî derbarê hatina xwe bo Silêmaniyê re wiha anî ser ziman; "Silêmaniyê wek bajarekî mezin û girîng û navdar sertanserî hemû Êraq û Kurdistanê û ew hevkariya di navbera welatiyan û asayîşê ji min pir balkêş bû. Her weha çandina daran û parkên pir ên dewlemend li Silêmaniyê ku di wan de Parka Hawarê Şar e.

Silêmaniyê di hemû aliyê de dewlemend û girînge ku geşepêdana karûbarên rewşenbîrî û mafên ciwan û jinan ku naveneda vejandina rewşenbîrî û çand û huner û nasnameya kurdî ye ku ji mer hemûyan re wek navnîşane."

* Mam Celal di damezrandina tevgera kurdê Rojavayê Kurdistan ê de xwedî roleke erênî bû

Her weha derbarê naskirin û hevdîtinên xwe bi rewan şad Mam Celal re Şêx Alî wiha ji PUKmedia`yê re got; "Min cara yekemîn Mam Celal li Şamê dît û cara duyamîn 5 salan berê li Silêmaniyê. Rola Mam Celal di 1956-1957`an, xwedî roleke mezin û pir erênî bû. "

Di barê rol û kar û xebata Mam Celal li Sûriyê jî wiha peyîvî; Ez dikarim bêjim ku hemû rewşenbîrên Sûriye li sertanserê Sûriyeyê dizanîn ku Mam Celal çiqas ti carî cudabûn nedikir navbera gelên Sûrî û li ser têgeha çareseriya kêşe û aloziyan bi riya diyalog û aştî û hizrê rewşenbîrî û hemû siyasetvan û rewşenbîrên Sûriye dizanin ku Mam Celal siyasetmedarekî sîng fereh û dileke gerim bû mêjiyeke zelal û hêmin bû.

Rewan şad Mam Celal di piştîvaniya damezrandina yekemîn partiya kurdî de ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê piştîvanekî mezin bû. Mam Celal piştgirê me hemûyan bû, piştgirê xelkên Sûriye bi giştî bi bê cudayî çi kurd, çi ereb, çi xirîstiyan be.

Her weha ji bo birêkxistina rêzên kurd li Efrîn, Kobanê, Heleb, Şam û Cizîrê. Têkeldar bû bi rewşenbîr û dostê gelek kesan bû. Mam Celal ji bo ku em girîngî bidin bi xwendin û zanabûnê, her dem piştgieriya me dikir, dikarim bêjim ku Mamm Celal pir xêrxwazê xelkê Sûriyê bû, piştîvanê kurd û ereb bû.
*Armanca DAIŞê qirkirina nasnameya kurdî ye...

Lê di derbarê armanc û mebestên êrişên DAIŞê bo ser Kobanê û Şengalê wiha anî ser ziman; DAIŞ di bin perdeya ola Îslama Henîf de, armanca DAIŞ ew bû xwest nasnameya kurdî qir bike û dewleta xîlafetê damezrîne çi bi riya êrişên xwe ên hovana li dijî Kobanê û çi li dijî kurdên me li Şengalê ku armanc dikirin nanameya kurd bi yek carî qirbikin.

Şêx alî di axivtina xwe de wiha peyîvî; Li Kobanê bi riya hevkariya YNKê û partiyên din ên Kurdsitanê û parlemana Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêzî li gel Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û hevakariya YPG-YPJê hat kirin û xelkê Kobanê pşwazî li pêşmerge kirin wek çawa  YPG-YPJê hembêz kirine, hembêza pêşmerge jî kirin,DAIŞê bi binket û DAIŞ hat derxsitin û jinavbirin. Lê li Şengalê dest bi êriş û komkujiyan kirin, lê vekirina kirîdorek ji aliyê YPG-YPJê ve pir girîng bû ku rê li komkujiyên pir mezin girtin û zarok û jin û kal û pîrên me ên Êzîdî rizgar kirin û derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê kirin.

* Efrîn bi sûreta El fetih Mobîn hat dagîrkirin wek çawa Sedam sûreta Enfalan bikar anî.

Derbarê dagîrkirina Efrînê de ku navçeyeke herî aram û aştîxwaz û pêşketî li ser asta Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû. Şêx Alî wiha nêrînên xwe anî ser ziman û got; Herêma Efrînê li bakur rojavayê Sûriyê dikeve li Efrînê hemû welqatiyên nîştecih wek hev dijiyan û kurd û ereb bi hev re wek hev bûn, helwesta Tirkiyê ya ne rewa ye li hemberî kurdan, her weha bi alîkariya komên çekdar ên ku ser bi opozisyona Sûrî ne û çendîn endamên ElQaîdeyê jî têde dest bi dagîrkirina Efrînê kirin û armanca wan qirkirina nasnameya Kurd li Efrînê ye.

Efrîn piraniya nîştecihên wê her kurd in û hemû parlementerên Efrînê ji dîrokê ve her kurd bûn, ji ber ku hejmara kurdan gelek mezin e. Mixabin niha kuştin û revandina xelkên Efrînê û bi nave Ayeta Fethê li ser Efrînê bi kar anîn û Efrînê dagîrkiruin. Wek çawa sûreta Enfalan li dijî Herêma Kurdistanê bikar anî, AKPê jî bi dehan mizgeft xistin xizmeta xwe li dijî kurdan û bi armanca qirkirina nasnameya kurdî ye. Li ber çavên cîhanê guhertina demografîk dike.

Di barê çareserkirina pirsgirêka Efrînê de, Şêx Alî dibêje; Pêwîste Tirkiyê li xwe vegere û siyaseta xwe a dagîrkirina Efrînê li ser raweste û destêwerdanên hûndir Sûriyê rawestîne û siaseta xwe a di 8 saliya kirîza Sûriyê li hemberî Sûriye û gelê wê li ber çavan re derbas bike û hêzên xwe ji Efrînê û Sûriye derxîne û vegerîne ser sînorê navneteweyî ji ber ku di navbera Tirkiyê û Sûriye de sînoreke navneteweyî heye û dibe li ser wê sînorê bin..

Navçeya Aram....

Dibêje Tirkiyê hewil dide navê kurdan xerap bike, dibêje ku navçeya kurdan metirsî ye li ser ewlekariya Tirkiyê û ragiahndina Tirkiyê wiha didin naskirin ku kurdên Sûriyê metirsîne li ser ewlehiya Tirkiyê, ew ne raste.

Kurd bi hemû hêz û partiyên xwe ne metirsîne li ser Tirkiyê, lê mixabin Armanca Tirkiyê ji bo rûreşkirina nav û dengên kurdan û hêzên wan Rêvebirya Xweser Hêzên Sûriye Demokrat û eger rewşa aram an navçeya aram dixwazin, ev rewşa li Rojhilatê çemê firatê bi ser xwe aramî ye. Ji Munbic û Kobanî heya Cizîrê rewşa navçe û gelê wê her aram, Rêvebiriya Xweser ji bo parastibna rewşa aram e, dixwaze gel û pêkhatên bakur û rojhilatê Sûriye ye. Eger Tirkiyê tiştekî li hemberî Rojhilatê Çemê Firatê bike, wê rewş pir aloz bibe û bibe sedema ajawa û tevilheviyê.

Nasnameya Mihyedîn Şêx Alî

Wek tê zanîn ku Sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratî Kurd li Sûriye ( PYDK.S) rêzdar Mihyedîn Şêx Alî jidayîbûna 1953 li herêma Efrînê ye û xwendina xwe qonaxên seretayî, navendî û amadeyî û heya zanîngehê li Efgrîn û Helebê xwendiye ku xwendekarê kolîja Îngilîzî bû.

Ji destpêka salên heftiyan ve û heya roja îro di nava kar û xebatên rizgariya neteweya kurdî de dirêjî bi kar dide. Her weha heya îro kiryarên hovane li darin û bi deh hezaran darên zeytûnan têne hilkirin jinavbirin û bi dehan daristanên Efrînê têne şewtandin.

Di sala 1972 wek endamê fermî yê kongireya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye bû ku di wê demê de, xwendekarê zanîngeha Helebê bû ku derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibû wek endam beşdarî kongireya El-Partî bibû.

Hevpeyvîn: Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket