Ji bo êrîşê Amerîka hişyarî da Tirkiyê

kurdistani 11:16 AM - 2019-08-05
Ji bo êrîşê Amerîka hişyarî da Tirkiyê

Ji bo êrîşê Amerîka hişyarî da Tirkiyê

Derbarê biryara serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan bi êrîşkirina ser rojhilata Firatê de,Amerîkayê hişyarî daye dewleta Tirkiyê û got ev gav nayê qebûlkirin.
 
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Orta-gos di daxuyaniyekê de diyar kir ku çalakiyek leşkerî ya Tirk bêyî hevrêziya bi Dewletên Yekbûyî re dê zirarê bide peywendiya di navbera herdu welatan de.
Hêjay bîrxistinêye ku Serokê AKP’ê Erdogan doh careke din gefa êrîşê li herêmê xwar û idia kir ku wî agahî daye Rûsya û Emerîka.

Beriya niha nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey teqezî li ser piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk di warê siyasî û leşkerî de kiribû. Ji aliyeke din ve Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî jî hişyarî dide ku, eger êrîşek çêbibe wê alîkariyê bide vegera DAIŞ’ê li herêmê.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket