Pêşniyara girêdana kongireya

kurdistani 07:15 PM - 2019-08-04
Pêşniyara girêdana kongireya

Pêşniyara girêdana kongireya

Pêşniyara girêdana kongireya 4ê yê Yekîtiya Nîştimanî yê Kurdistanê.

Malbenda rêxistina YNKê li gel berpirsên rêxistinên YNKê pêşniyara lidarxistina kongireya 4ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir ku di roja 21 mijdarê de be.

Îro roja yekşemê li bajarê Silêmaniyê mekteba rêxistinên YNKê civîneke taybet li gel berpirsên rêxistinên YNKê pêkanî, di wê civînê de, derbarê diyarkirina roja lidarxistina kongireyê hat pêşniyar kirin.

Destpêka civîn bi xweleke bêdeng li ser giyana pakrewanên kurd û Kurdistanê û giyana rewanşad Mam Celal, di wê civînê de derbarê rewşa giştî yê rêxistinên YNKê hat şirove û gotûbêj kirin.

Ew civîna ku hat lidarxsitin bi serpereştiya berpirsê mekteba rêxistinên YNKê û endamê politburoya YNKê Rifet Ebdula bû ku di heyama civînên cuda cuda li gel malbend û saziyên rêxistina YNKê tako rewşa YNKê û çawaniya lidarxsitina kongireya 4ê yê YNKê gotûbêj bikin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket