Amerîkayê piştgiriya agir besta li Idlibê kir

kurdistani 11:07 AM - 2019-08-04
Amerîkayê piştgiriya agir besta li Idlibê kir

Amerîkayê piştgiriya agir besta li Idlibê kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê silav li agirbesta li devera rawestandina şer ya li bakurê Sûriyê, Idlibê kir û li ser piştgiriya xwe ji agirbestê re ragihand.

Di heyama belavoka xwe wezaretê ragihand" ku Amerîka piştgiriya agir bestê ku li bakurê rojavayê Sûriyê hatiye ragihand kir û got tiştê herî girîng ewe ku êrîşên li dijî sivîlan û bingeha bajêr raweste û em pitgiriya her gavek ji agir bestê re dikin".

Her weha belavokê destnîşan kir ku Amerîka erkên Tirkiyê û Rûsiya ji bo agir bestê dinirxîne ,her weha çalakiyên emîndarê giştî yê Dewletên Yekbûyî û beşdarbûna wî di lihevanîna rewşa Idlibê de bi riya avakirina komîteyeke lêkolînê  nirxand .
Derbarê rewşa heyî li Sûriyê amaje bi wê yekê kir ku Dewletên Yekbûyê dibînin ku bioparesyonên leşkerî rewş çareser nabe lê tenê bi riya aştiyê di piroseya Cinêf a di bin çavdêriya Dewletên Yekbûy de dibe di sererastkirina Destûrî û hilbijartinên li Sûriyê di bin çavdêriya Neteweyî de dibe .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket