Şêx Alî serdana mekteba peywendiyên YNKê kir

kurdistani 05:27 PM - 2019-08-03
Mamoste Îkram û Mihyedîn Şêx Alî

Mamoste Îkram û Mihyedîn Şêx Alî

Mihyedîn Şêx Alî li gel şandeyeke partiya xwe serdana mekteba peywendiyên YNKê kir.

Di roja pêncşemê 1-8-2019`an, sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriye Mihyedîn Şêx Alî serdana mekteba peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, li gor şopandina PUKmedia`yê ku her du aliyan li ser bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdisrtan û Rojavayê Kurdistanê û her weha peywendiyên dîrokî di navbera serok Mam Celal û tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser yekrêziya gelê kurd û aliyên siyasî kurdî kirin û hêviya pêşketin û parastina destkevtên gelê kurd li her du beşên Kurdistanê xwestin ku destkevtên gelê kurd bi yekrêzî û diyalog û aştiyê û biratiyê tên parastin.

PUKmedia-Taybet

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket