5`mîn salvegera komkujiya Êzîdiyan

kurdistani 04:57 PM - 2019-08-03
5`MîN SALVEGERA KOMKUJIYA ŞENGALê

5`MîN SALVEGERA KOMKUJIYA ŞENGALê

Serjimêriyeke nû derbarê Kurdên Êzîdî de hate weşandin ku hin zanyariyêbn nû tê de hene.

Nûsîngeha rizgarkirin û bi hawarhatina Êzîdiyên revandî serjimêreke nû weşand ku ew serjimêr ji 3-8-2014`an ve  û heya roja 3-6-2019`an hatiye amadekirin.

Hejmara kurdên Êzîdî li Êraqê bi giştî 550,000  kes bûn.
 
Di encama dagîrkirina Şengalê de, Êzîdî 360000 kes koçber û awere bûn.

Hejmara şehîdên wê êrişa dagîrkirinê 1293 kes bûn.

Hejmara sêwî yên ku dagîrkirina Şengalê bi vê rengî ye;

Sêwî yên bê bav 1759 zarok in.

Sêwî yên bê dayîk 407 zarok in.

Sêwî yên bê dayîk û bav 359 kes in.

Zarokên ku dayîk û bavên wan di destên DAIŞê de dîlgirtîne. 220 zarok in.

Hejmara giştî yê sêwiyan 2745 zarok in.

Hejmara goristanan ji roja dagîrkirina Şengalê û heya niha 80 goristan in û li wir bi deha goristanên tek e tek jî hene.

Wezaretas ewqafa Herêma Kurdistanê...

Ev jî li gorî wezareta ewqafa Herêma Kurdistanê ku bi vê rengî li xwerê ye;

68 merqedên ola Êzîdiyan ji aliyê DAIŞê ve hatine teqandin.

100.000 kes hatine koçberkirin û awerekirin

6417 welatiyên Êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Ji wan 3548 ji regeza mê ne, jin û keçikin.

2869 jî mêr in ango mêr û lawin.

Hejmara ew Êzîdiyên ku ji destên DAIŞê rizgarbûne û hatine rizgarkirin 3476 kes in.

ji wan 337 mêr in.

1020 kes ji zarokên ji regeza mê ne.

935 kes jî zarokên ji regezê nê in.

Ên li cem DAIŞ mane 2941 kes in

ji wan kesên mane 1344 kes ji regeza mê ne, her weha 1597 kes jî ji regezê nê rin.

Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye

Komîta bilind a nasandina komkujiya derheqê Kurdên Êzîdî de û pêkhateyên din ên netewî û olî li Herêma kurdistnaê duh duşemê êvarê li Holanda serdana Dadgeha Ceza a navnetewî (ICC) kir.

Komîtê bi mebesta komkujiya ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ bi ser Kurdên Êzîdî de li Şengalê hatî kirin û bi ser pêkhateyên cuda de serdana dadgehê kir û ji aliyê serokê Dadgehê Song Hon Son ve pêşwazî li komîtê hate kirin.

Komîta bilind di civîna xwe de ligel serokê Dadgeha ceza a navnetewî belgeyên tewanên rêxistina terorê DAIŞ li dijî Kurdên Êzîdî encamp dane pêşkêşî dadgehê kir.

Pişt re wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiryan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî Salih derbarê bûyer û dîroka tewanên ji sed sala bihurî ve ta roja îro bi gelê Kurd de hatine kirin şîroveyek berfereh pêşkêş kir û bi armanca serdanê ve girêdayî axivî Salih got; Em ji ber keraseteke din a mirovî ku bi ser serê gelê me de hat, hatin ba we, ew jî tewana jînosayd kirina Kurdên Êzîdî ye ku ji aliyê rêxitina terorê DAIŞ ve hate birêve birin.

Û wiha pê de çû: Piştî rêxistina terorê DAIŞ Mûsil dagir kir, êrişeke hov  bi ser Şengalê de birin, welatiyên sivîl kuştin, jin û keç revandin û ew weku kole li bazaran firon, destavêtin wan, Salh bang li Dadgehê kir ku keraseta bi ser Şengalê de û Kurdên Êzîdî hatî weku tewanên komkujiyuê (jinosayd ) nas bikin û li dadgehê derheqê berpirsê yekem ê rêxistina terorê DAIŞ, Ebû Bekir Bexdadî de doz bête vekirin.

Ji aliyê xwe ve serokê Dadgehê da xuya kirin ku ew hêvîdare Êraq weku endam beşdarî Dadgeha Ceza ya Navnetewî  û rêkefitna Roma bibe û got; Dadgeha Ceza ya Navnetewî bi teybet tewanên dij mirovahiyên û komkujkiyan digre ber destê xwe. Her wiha ji ber tiştî bi ser Êzîdiyan de hatî xemgîniya xwe diyar kir û rê û rêbazên li gel qonaxên yesayî  ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pê rabe eşkere kirin û piştgiya xwe ji doze anî  ziman.

Hêjayî gotinê ye ku komîta bilind a nasandina komkujiyên li dijî Kurdên Êzîdî û pêkhateyên netewî û olî yên cuda li Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Mehmûs Hacî Salihe û ji her yek ji wezîrê kar û karûbarên komeleyetî Dr.Mihemed Qadir, berpirsê peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mustafa, sekreterê yesayî ya seroketiya encumena wezîran Amanc Rehîm û kesayetiya Êzîdî Qasin Hesun pêk tê.

Serokkomar projeyasaya jinên Êzîdî pêkêş bi parlemanê kir

Serokkomar projeyasaya jinên Êzîdî ku ji terorîstên DAIŞê rizgarbûne, pêşkêş bi parlemanê kir.

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih projeyasaya xwedîlêderketina li jinên Êzîdî yên ku ji destên terorîstên DAIŞê rizgarbûne pêşkêş bi Encûmena Nûneran ya Êraqê kir tako xwendinê li ser bikin û xwedî lê derkevin.

Ew projeyasaya derbarê ew jinên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin piştî 10-6-2014`an, pêkhatiye, bi armanca alîkariya wan jinan bi aborî û manewî û bi xwedî bikin û jiyaneke baş û bi rûmet ji wan re peyda bikin. Her weha ew projeyasaya hewil dide ku ew jinên kurdên Êzîdî ku ji destên terorîstên DAIŞê rizgarbûne di nava civakê de esayî bikin û jêrxana navçeyên wan jî baştir bikin tako bi civakê re di jiyanê de heveş û hevpar bijîn.

Di wê projeyasaya serokkomar de hatiye ku pêwîste rêvebiriyeke giştî ji bo karûbarên jinên Êzîdî ku ji DAIŞê rizgarbûne bête damezrandin ku bi sekreteriyeta giştî ya encûmena wezîran ve bê girêdan û baregeha wê ya serekî parêzgeha Neynewayê be, ta ko dest bi jimêryarî û amadekirina belavok û dusyeyên ew jinên ku ji destên DAIŞê rizgarbûne bike. Her weha xizmet pêwîst ji wan re pêşkêş bike û derfetên kar ji wan re bibîne û cihê hewandin û jioyankirinê ji wan re peyda bike û cihên tenduristiyê ji bo dermankirina wan hem ji aliyê tenduristî û hem jî ji aliyê derûnî, civakî û pîşeyî ve.

Mekteba siyasî ya YNK`ê dupat li ser piştevaniya bi Êzîdiyan re kir

Mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê îro çarşemê 15 / 4 / 2015`e bi peyamekê Çarşema Sor, sarsala Êzîdî li Êzîdiyên Kurdistan û seranserî cîhanê pîroz kir, eve deqa peyama mekteba siyasî:

Bi bona hatina çejna çarşema Sor, sersala Êzîdiyan, em li seranserî Kurdistan û cîhanê pîrozbahiyan li xûşk û birayên Êzîdî dikin.

Mixabin îsal em vê cejnê di demekê de, ku Êzîdî ji ber êrişên rêxistina terorê DAIŞ bi ser deverên wan de û revandin û kuştina Êzîdiyan û komkujiya bi ser Êzîdiyan de hatî ku di encamê de hêşta gelek deverên Êzîdiyan di bin dagirkeriyê de ne, di navhelûmercên zor de ne, pîroz dikin. Em hêvîdarin di demeke nêz de êş û azarên wan bi dawî bibin û vegerin deverên xwe, her wiha li ser asta navdewletî hêviya me ewe ku tewanên DAIŞ derheqê Êzîdiyan encam dane weku komkujî (Cinosayîd) bêne naskirin.

Êzîdî pêkhateyek resen ên gelê Kurdistanê ne, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û ji bo Êzîdî mafên xwe bi destbixin, êş û azarên wan bêne bidawî kirin û jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhate û olan de bi xebateke berdewam bête avakirin, dupat li ser piştevaniya bi Êzîdiyan re dike, Em we dilniya dikin ku Şengal û hemû deverên xûşk û birayên Êzîdî, dê ji terorîstên DAIŞ bêne paqijkirin û dê ew rastî sizaya ku heq dikin bên.


Êzîdî yên rizgarkirî veriyan Şengalê

Li Şengalê Êzîdî yên rizgarkirî vegeriyan Şengalê

Ragiahndina ewlehiya Êraqê ragiahnd; Îro roja şemiyê wan 21 kurdên Êzîdî yên ku ji destên terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin, radestî hêzên wan hatin kirin.

Ragihandina hêzên ewlehiya Êraqê di belavokeke xwe de wiha anîn ser nivîs; Bi hemahengiya bi yekîniyên artêşa Êraqê û dezgehên ewlekariya nîştimanî, me 21 Êzîdî wergirt ku jji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin û niha jî bi riya deriyê sînor yê Elfawê derbasbûn û gihîştin Şengalê ku piraniya wan jin û zarokên.

6 jinên Êzîdî hatin rizgarkirin

Hêzên Ewlehiya Mûsil ragihand; Hêzên wan dikarîn 6 kurdên Êzîdî ji destên terorîstên DAIŞê rizgar bikin.

Di wê barê de, navenda ragihandina ewlehiya Mûsilê di belavokeke xwe de ku PUKmedia`yê ew îro roja duşemê şopandiye ku hêzên ewlekariya Mûsilê jinên Êzîdî li gel zarokên wan ku bi giştî dikin 6 kes ji destên çekdarên terorîstên DAIŞê hatine rizgarkirin.

Wê belavokê aşkire kir ku ew çalakiya serkevtî li gor agahî û hewalgeriyên girîng û duirust ku bi dest fîrqeya 15`an ketiye û bi hevrêziya yekîneyên ewlekariyê ên din jî, dikarîn 6 jinên Êzîdî bi zarokan ve ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bikin.

Li Şengalê 28 Êzîdî ji destê DAIŞ hatine rizgarkirin

Hêzên Kurdî yên li qeza Şengalê ne îro sêşemê 28 welatiyên Êzîdî ji destê DAIŞ rizgarkirin.

Çavkaniyeke pê bawer îro sêşemê ji PUKmedia yê re ragihand; Hêzên Kurdî li gundê Herdan a ser bi qeza Şengalê ve ye, di demekê ku çeteyên DAIŞ welatiyên Êzîdî yên di deste dîlgirtîne ji deverekê berve devereke din vediguhestin, rê li ber çeteyan birî û 28 Êzîdî ji destê terorîstên DAIŞ rizgarkirin.

Çavkaniyê da xuya kirin ku Êzîdiyên sivîl di dema DAIŞ kete Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatine revandin, ew li Tilafer bûn û terorîstên DAIŞ hewldidan wan veguhesînin ciheke nediyar, lê hêzên Kurdî rê li ber terorîstan birîn û 28 welatiyên Êzîdî rizgarkirin.

Hêjayî gotinê ku 3 / 8 / 2014`e terorîstên DAIŞ êriş kirin ser bi qeza Şengal, dagir kir û di heman rojê dest avêtin kiryarên hov, şengal wêran û talan kirin û welatiyên sivîl ên Êzîdî revandin û kuştin.

Murad; Biryara vegera jinên ya wan e

Nadiye Murad di girtuyeke vîdyoyê de ragihand;"Biryara vegera jinên Êzîdî tev zarokan bi destê wan de ye."

Di axivtineke xwe ya vîdyo yê de, ku derbarê biryara Encûmena Ruhanî ya Êzîdiyan de ku gotibû nabe jinên Êzîdî tev zarokên xwe ên ji DAIŞê bûne vegerin nava civaka Êzîdiyan, çalakvana kurd a Êzîdî ya ku xelata Nobelê bi dest aniye û wek balyoza Niyazopakiya Neteweyên Yekbûyî tevdigere ragiahnd; Biryara yekem û dawî ya vegera jinên Êzîdî tev zarokan bi destê wan de ye.

Her weha di dirêjahiya axivtina xwe de, derbarê rênedana vegerandina wan jinên Êzîdî bi zarokên xwe re, çalakvana kurdê Êzîdî Nediye Murad wiha got;" Mafê ti kes û aliyan tune ye ku vegera jinên Êzîdî tev zarokên wan bo nav civaka Êzîdiyan qedexe bikin. Pêwîste ku em wek civak rêz li biryara wan jinan bigrin û alîkariya wan bikin û pêşwazî jî li wan bikin.

Daxwazên keçeke Êzîdî ji Birîtanya

Keçeke Êzîdî ya li Birîtanya daxwaz ji hikûmeta Birîtanyayê kir ku jinên Êzîdî yên DAIŞ`ê revandine, rizgar bike.

Rozîn Xelîl Henjool keçeke Êzîdî ya 17 salî ye ku li Birîtanyayê niştecîh e, di hewldaneke bê hêvî de daxwaz ji welatên rojavayî kir ku jinên Êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî îşkence, şideta cinsî û firotinê tên, rizgar bike.

Rozîn dibêje: ''Malbata min herî kêm 50 ji wan jinên ku ji gundê me hatine revandin, dinase.''
Ev keça Êzîdî bang li Birîtanya dike ku bi hezaran jin û keçên Êzîdî ku hê di destê DAIŞ`ê de ne rizgar bike. Bi wa mebestê ew dixwaza hevdîtinê ji wezîra hundirê Birîtanya û wezîrê derve dike ku planekê ji bo rizgarkirina Êzîdiyan saz bikin.

Rozîn diyar dike ku baweriya wê bi hikûmetê heye, lê ew dixwaze hikûmet bi awayekî firehtir xebatê bike  û li gel parêzerên Êzîdî li wir kordînasyonê bike.

Keça Êzîdî

Her wek gotinên Rozînê, hîna bi hezaran keç di destê DAIŞ`ê de hene, ku temenê 8 saliyê jî di nav de hene. Ew dibêje: ''Keçek 12 salî ji gundê me bi hemîle ye. Pêwîstiya wê bi dermankirinê heye, ew ditirsin ku hemil dê dawî li jiyana wê bîne.''
Rozînê daxwaz kir ku alîkariyên zêdetir ji bo jinên  Êzîdî yên di campan de werin kirin. Rojnamevana  'The Telegraph' ku Rozînê ev gotin jêre kirin, dibêje wê bi girî ji min re gotiye jin û keçên Êzîdî dipirsin eger qet hêvî heye yan na, ew bê hêvî mane. ''Ez dixwazim ew zanibin ku hê kesên ku xema wan dikin hene û dê alîkariya wan bikin, ez dixwazim ew zanibin ku mirovên ne bi tirs hene.''
Rojnameyê her wiha diyar kir ku tiştê herî zêde êşa Rozînê giran dike ew e ku kes ji bilî civaka Êzîdî xema wan keçan nake, û welatên rojava jî rê didin van kiryaran.

Çend keçên Êzîdî

Gava ku rojnameyê pirs kir eger wê bêriya welatê xwe kiriye, Rozîn dibîje: ''Gelek hevalên min li wir hene ku min bêriya wan kiriye, lê wir ne ewleh e.''
Hêjayî gotinê ku ev keça Êzîdî xwendekar e li bajarê Coventry. Xewnê wê ku ew bibe parêzer û dadmediyê bi cî bîne. Niha jî ew hewl dide ku civaka xwe ji hovîtiya terorê rizgar bike bi riya hevdîtinên bi berpirsên Birîtanya û welatên din re.
''Keçên Êzîdî yên ez dinasim ji min re dibêjin, ev hewldana te dê bi ser bikeve? Gelo tê karibî me ji vir debixî? Ez baweriya xwe bi wan dikim û bi çi riyê dibe, ezê van hewldanan berdewam bikim.''

10 gorên din hatin vekirin

Li devera Şengalê di gundê Kocoyê de, 10 gorên din hatin vekirin.

Vekirina gorên bi komî li navçeya Koco ya Şengalê ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn kokkujîkirin û bi komî binaxkirin berdewam e.

Di wê barê de, endamê lîjneya vekirina gorên bi komî ên Şengalê Feleh Hesen ku daxuyaniyek dabû bi kenala Kurdsatnewsê wiha anî ser ziman; Me beriya demekê dest bi vekirina gorên bi komî kir û ew gorên ku li gundê Kocoyê bûn ku ser bi navçeya Şengalê ye tako em nasnameyên wan kurdên Êzîdî ku hatibûn komkujîkirin aşkire bikin ku niha di hundirî gorên bi komî de ne.

Feleh Hesen di dirêjahiuya axivtinêbn xwe de dazanîn ku ji wan 10 gorên bi komî 138 termên Êzîdî hatine derxistin û li gorî serjimêriya ku li cem me heye ku hejmara gorên bi komî heya roja îro 70 gorên bi komî hene.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket