Amara qurbaniyên Êzdiyan li ser destê DAÎŞê

kurdistani 12:00 PM - 2019-08-01
Amara qurbaniyên Êzdiyan li ser destê DAÎŞê

Amara qurbaniyên Êzdiyan li ser destê DAÎŞê

Ofîsa rizgarkirina revandiyên Êzdî li ser amara qurbaniyên Êzdiyan li ser destê rêxistina DAÎŞê ji 3`Tebaxê de ragihand.

Rêvebirê giştî yê karûberên Êzdiyan di wezareta Ewqafê de Xeyrî Bozanî di daxuyaniyake tabet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku amara qurbaniyên ji Êzdiyan li cem Dewletên Yekûyî bi vê awayê xwerê ye:

- Hejmara Êzdiyan li Êraqê 550 000 nesemê bû

- Hejmara koçberan 360 00 koçbere

- Hejmara qurbaniyan di rojên yekem ji êrîşên DAÎŞê de 1293 şehîd in

- Hejmara sêwiyan gihîştine 2745 sêwiyan

- Hejmara gorên bikomî ên ku heta niha hatine dîtin 80 gorên bikomîne û bi dehan jî gor bi tekî hatine dîtin.

- Hejmara mezar û cihên ol ên ku ji aliya DAÎŞê ve hatine rûxandin 68`mezar in.

- Hejmara ku derketine dervayî welêt bêhtirî 100 000

- Hejmara girtiya 6417 girtîne( 3548 jin , 2869 mêrin) .

- Rizgarkiriyên ji dest DAÎŞê 3509 kesin ( 1192 jin , 337 mêr, 1033 zarokên keç û 947 zarokên lawin).

Hejmarê ku mane 1323 jin û 1585 mêr in.

 

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket