Li Amerîka di êrîşeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin

kurdistani 09:57 AM - 2019-07-29
Li Amerîka di êrîşeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin

Li Amerîka di êrîşeke çekdarî de 4 kes hatin kuştin

 Li dewleta Kalîforniya ya Amerîkayê di êrîşeka çekdarî de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor ragihandina Medyaya Amerîka ku di festîvala salane ya xwarinê de li bakûrê Kalîforniya, kesekî teqe li xelkê kiriye û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.

Nexweşxaneya Kalîforniya, pêşbîniya zêdebûna hejmara qurbaniyan dike,lê kesê êrîşkar heta niha nehatiye girtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîttekê de hişyarî da xelkê û hêzên emnî û daxwaz kir ku haya wan ji wan hebe ji ber ku êrîşkar hêj nehatiye girtin. ji aliyeke din ve ji bo girtina êrişkar Polîsan dest bi operasyoneke berfireh kirine.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket