Li Daqoqê komkujiyek pêkah

kurdistani 02:59 PM - 2019-07-26
Li Daqoqê komkujiyek pêkah

Li Daqoqê komkujiyek pêkah

Li devera Daqoqê komkujiyek bi serê malbatekê hat kirin.

Hat zanîn ku li devera Daqoqê yê ser bi parêzgeha Kerkûkê, duh hêvarî 25-7-2019`an, komkujiyek pêkhat û di encamê de, 9 kes hatin kuştin ku hemû ser bi yek malbatê ne.

Di wê barê de, malbata ku komkujî bi ser de hatiye dibêjin ku polîsê Êraqê tawanbar in ku wan di destpêkê de gule li wan kirine û komkujî çêkirine.

Di roja 24-7-2019 li gundê Daray Heftexarekanî li sînorê Daqoqê 3 guleyên hawanê havêtine gund û yek ji wan gulena ber bi malê wealtiyê bi navê Abas Azîz ketiye û ji ber wê jî 4 endamên malbatekê birîndar bûne ku yek ji wan ji ber giranî birînê jiyana xwe ji dest da ye.

Her weha piştî wê buyerê ku li gundî Dara û gundê Mensur 2 malbata ku jimareya wan 10 kes bûn dixwstin ji gund biçin Daqoqê, lê li hemberî gundê Dara gule li wan hatin kirin û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn ku zarokekî biçûk jî birîndar bû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket