Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe

kurdistani 12:37 PM - 2019-07-25
Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe

Veguhastina perçeyên S-400 bo Tirkiyê bidawî dibe

Pêvajoya radestkirina perçeyên mûşekên Rûsî S-400 bo Tirkiyê îro temam dibe.

Îro firokeyên dawî yên Rûsiyayê dê dakevin meydana esmanî ya Mûrtedê ya li Enqereyê û pêvajoya radestkirina perçeyên mûşekên S-400 temam dibe.

Mûşek jî dê bi riya keştiyan bo Tirkiyê werin rêkirin,êdî dê pêvajoya perwerdekirina leşkeran û sazkirina mûşekan destpê bike,100 leşkerên ku ji bo perwedehiyê çûbûn Rûsiyayê dê di sazkirina S-400 de kar bikin.

Hêjay gotinêye ku kirîna mûşekên S-400an ji Rûsya di navbeyna NATO û Tirkiye de aloziyên mezin peyda kirine. Hin pispor dibînin, ku ev proseya destpêkî ya veqetandina Tirkiye ji NATO ye, Amerîka jî mûşekên S-400 wek sîstemeke neyar dizane û ji ber vê, dê Tirkiye ji projeya firokeyên F-35 dûr bixe.

PUKmedia /Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket