Efrîn: Grupên çekdar bijîşkek û 5 welatiyên din revandin

kurdistani 11:52 AM - 2019-07-25
 Efrîn: Grupên çekdar bijîşkek û 5 welatiyên din revandin

Efrîn: Grupên çekdar bijîşkek û 5 welatiyên din revandin

 Grupên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Efrînê revandine ku di nava wan de bijîşkek heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolar kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir bêdengiya artêşa Tirk li hemberî kiryarên çeteyan li nav Efrînê berdewam e,destnîşan kir ku çekdaran bijîşkekî Kurd ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandine û peywendî li gel hevjîna wî yê li dervayî welêt kirina û 3 hezar dolar xwestine ,5 welatiyên din ji navçeyên Senarê û Anqelê jî ber bi ciheke ne diyar ve revandine.

Berî naha jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû ku li Efrînê bêhtir ji 2 hezar welatiyên sivîl ji aliyê grupên çekdar ve hatine revandin û hîna çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket