Li Semawe gorên bikom vekirin

kurdistani 11:59 AM - 2019-07-23
 Li Semawe gorên bikom vekirin

Li Semawe gorên bikom vekirin

Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom li Semawe dest bi vekirina pêncemîn gora bikom kir ku hemû ‎rûfatên nav gorê Kurd û xelkê devera Germiyan in û di serdema hikûmeta Baas de hatine ‎kuştin û bikom hatine binaxkirin,ku piraniya wan rûfatên nav gorê yên jin û zarokane.‎

Rêvebirê Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalan Sîrwan Celal da zanîn ku li qezaya Selman ser bi ‎parêzgeha Semawe dest bi vekirina goreke din a bikom kirine,û piştre dest bi vekirina du ‎gorên din dikin ku 400 rûfat di hersê goran de ne.‎.
Li gor amarên Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan, ji sala 2004ê e çar ‎gorên bikom hatine vekirin, hemû rûfatên di nav wan de Kurd û xelkê devera Barzan û ‎Germiyan bûn.
Tîma Niştimanî ya Gorên Bikom ku ji Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma ‎Kurdistanê, Dezgeha Şehîdan a Iraqê û Peymangeha Pizîşkiya Dadwerî ya Bexdayê pêk tê, ji îro ‎ve heta 1ê Tebaxê hersê gorên bikom ên li Semawe vedikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket