Washington hewl dide koalîsyoneke nû ava bike

kurdistani 11:19 AM - 2019-07-23
Washington hewl dide koalîsyoneke nû ava bike

Washington hewl dide koalîsyoneke nû ava bike

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo got welatê wî dê koalîsyoneke navdewletî ya nû damezirîne da ku parastina Tengava Hurmiz bike ,destnîşan kir ku dê ji hemû dewletên cîhanê pêk were.

Derbarê rûdanên li Tengava Hurmiz de wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo anîbû ziman ku Washington xebata guhartina rêbaza rayedarên Tehranê dike û armanc dike ku koalisyonekê ku dewriyeyan li Tengava Hurmiz pêk bîne da ku deriyên deryayî vekirî bên hiştin, ava bike. Her wiha destnîşan kir ku ji hemû dewletên cîhanê dê beşdarî vê koalisyonê bin.

Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê (Pasdaran) şeva înê ragihandibû ku keştiya petrolê ya Brîtanyayê "Stina Empero" di dema derbasbûna di Tengava Hirmuz re girt û wiha got: "Hêzên parastina deryayî yên girêdayê wê û bi daxwaza ji "desthilata perav û deryavanên parêzgeha Hirmuzxan" keştî bi sedama nehurmetbûna qanûna deryayî ya navdewletî, hat girtin.”
Ji aliyekî din ve jî wezîrê parastinê yê Îranê Emîr Hatemî şevê berê anî ziman: "Girtina keştiya ku ala Brîtanyayê hildabû, nîşaneya bersiva me ya bersivdanê ye” û girtina keştiyê bi bergiriyên qanûnî bi nav kir.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket