Di salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê de Efrîn min biborîn e

kurdistani 05:54 PM - 2019-07-22
Hozan Efrînî

Hozan Efrînî

Di salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê de, ango şoreşa Rojavayê Kurdistanê, em lêborîna xwe ji te dixwazin Efrîn a Jiyan.

Ji bo dîrokê Efrên wek serî û difna Kurdistanê ye... Eger serî û difna mirov nemîne jiyana mirov jî kok namîne... Bê Efrîn Kurdistaneke serbixwe û azad xewne û bila ti kes û aliyên kurdî û Kurdistanî pê nefkirin...Ev rastî li holê ye, ê ku bipejirîne, wê bighêje armanca rast, ê ku nepejirîne, wê her dem wek Filestîniyan bikin galgala bê nirx û bê sûd.

Di 7mîn salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê de, ango şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ez lêborîna xwe ji dayîk, zarok, jinên, pîr û kal ên Efrînê dixwaz im ku me wek Efrînî ji bo wan nikarî tişkekî bikin ku wan biparêzin ji van kereset û neliheviyên ku bi ser wan de rojena tên. Her weha me nikarîbû di sazî û deszgehên navneteweyî yên peywendîdar de doza Efrîn û Efrîniyên lê qewimê bidin zelalkirin û naskirin û bawerkirin û rewakirin tako alîkar û hevkar bin û gelê me ji vê rewşa qirêj rizgar bikin.

Em hemû dizanin û em gihîştine wê xala girîng û rast ku niha li ser zimanê hemû kes û aliyên kurd ye û bi taybetî ên xembar û xemxwerên Efrîn û Efrîniyan ku Efrîn bi rêkevtineke navneteweyî hat dagîrkirin wek çawa sîneryoya Kerkûk hat bi cih kirin, Efrîn jî ji aliyê welatên NATOyê ve ji Rûsiya û Tirkiyê re hat rewakirin. Gelek zor û zehmeta ku em bibêjin ku emê Efrînê bi koştin û jinavbirina leşkerek an jî nandozekî an jî kertûlxwerekî erebê êxwan, Efrînê rizgar bikin, ji ber ku mijar ji wê pir mezintir e û aloztire.

Wek em tev baş dizanin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê di naverasta Tîrmehê de ji bajaroka Mabatayê dest pê kir û di 19î Tîrmehêde li Kobaniyê bingeha xwe bêz kir û xwe ragihand û li Tileran û li Serê Kaniyê û Girê Spî li ber xwe da û li navçeyên din ên Cizîrê pêşkevtin û serkevtin tomar kir û Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li her sê kantonên sereke Cizîrê û Kobanê û Efrînê da ragihandin. Lê mixabin ev kar û serkevtin û destkevit li zora neyaran û nehezan çû. Êdî çav li wan sor bûn û destek dan DAIŞê tako ew destkevtên ku ji gelê kurd û pêkhatên li Rojavayê re pêkhatine bêne binpêkirin.

Dibe ku em vê rastiyê ji bîr nekin ku ji serdemên dîroka horî- lolo, Gotî- Mîdiya û Mîtaniyan û heya roja me ya îro ew êrişên dijwar ên serkotkirin û jinavbirinê li dijî gel kurd û Kurdistan pêda derin. Êrişên ku niha li Efrîn rojane pêktên, heman êrişên ku li beşên din ên Kurdistanê pêktên nin. Efrîn ku bi beheşta Kurdistanê dihate bi navkirin îro em dibînin ku ber bi dojehê ve diçe. Efrîn xwediya 2000 pakrewane ku hemû di berxwedana Efrînê de gihîştin asta pakrewaniya pîroz.

Ew tiştê ku bi serê Efrîn û Efrîniyan dibe bi sedema rêkevtina navneteweyî û berjewendiyên welatên mezin ên xwedî hikarî û desthilat e. Ew dagîrkirina Efrînê ne ji bo vegerandina Gota an Demir ji rêjîmê re bû, di ratiya wê de tiştên mezintir û girîngtir hebûn ku Efrîn û Kerkûk bûn qurbana wê rêkevtinê. Ji bilî Rêvebirya Xweser ti hêzeke kurdî nikare Efrînê vegerîne, lê Rêvebiriya Xweser pêwîstî bi alîkarî û hevkarî û erêkirina aprtî û aliyên din în siyasî û rêxistinên sivîl ên mafperwerî heye.

Wek tê zanîn ku niha ji ber sîneryoyên Erdoxan yek bi dû yekê bi navê dagîrkirina Rojhilatê Firatê, neçar dimîne ku di hevdîtinên xwe ên fermî bi aliyên navneteweyî re xwe li ser Efrînê bêdeng bike. Erdoxan û Rûsiya hevparin di sîneryoyên li ser rojhilata Firatê ango Kobanê-Girê Spî û Cizîrê ku wek xala lawaz ya Rêvebiriya Xweser baş naskirine, Ji ber wê jî, wê her demê ku Rêvebiriya Xweser çêra Efrînê bike, yekser sîneryoya dagîrkirina Munbic û Rojhilatê Firatê derdxînin holê tako mijara Efrînê bê vemrandin.

Hezar carî mixabin, nexwendina naveroka siyaseta neyaran li hemberî doza gelê kurd û çawaniya bîrkirina li rastiya vegerandina Efrînê û doza wê ya rewa, li cem aliyên kurdî pir lawaze. Ji ber ku her carê aloziyek tê pêşa Rêvebiriya Xewsr, ango carekê Erdoxan dibêje ezê Munbicê dagîr bikim, carekê jî dibêje Ezê Girê Spî û carekê jî dibêje ku ewê hemû deverên rojhilatê Firatê Dagîr bike û wek Efrînê bike bi navçeyeke dagîrkirî ku wê Sûriyên li Tirkiyê vegerîne wir ango wê guhertina demografîk wek Efrînê li Rojhilatê Firatê jî bie.

Erdoxan dibêje emê rojhilatê Firatê ji destên YPG-PYDê rizgar bikin û radestî xwediyên wê bikin, heman sîneryoya Efrînê tîne ser ziamn û cihê mixabinî yê ye ku biraderên ENKSê yên ku di asta serkirde û berpirsyariyê de ne, ew sîneryo nasnekirine an jî naskirine lê ji ber berjewendiyên kesayetî tesk û teng xwe ji widerna nakin û wek tê bibe kok agahiyên wan ji armanca rasteqîne yê Erdoxan tune ye.
Lê mixabin heya niha jî serkirdeyên ENKSê ji Erdoxan bawer dikin ku wê li rojhilatê Firatê roleke baş û mezin bide wan ku pişî dagîrkirinê wê ENKSê cihê Rêbvebiriya Xweser bibe desthilatdar.

Ez pir mitmayî diînim ku çawa biraderên me ên ENKSê tiştê ku li Efrîn bi serê gelê kurd dibin ji xwe re nakin bi wane û jê ezmûnê nagrin. Ji ber Erdxan beriya Efrînê dagîr bike her roj digot ezê Efrînê ji destê YPG û PYDê rizgar bikim û radestî xwediyên wê yên resen bikim û dema ju dagîr kir êdî ji muxtar û encûmanên gundan tiştek neda destê ENKSê.

Her weha hîn jî serkirdeyên ENKSê ew rastiya nasnekrine û ji hembêza Koalisyona Êxwanan dernakevin û bi Rêvebiriya Xweser re yeknagirin, ji ber ku ew bi xwe naxwaz in ku Efrîn vegere ji Rêvebiriya Xweser re.
Mirov pir bi kûraniya dîroka borî û dêrîn bîr dike ku gelo çawa ENKSê û wan kesên ku xwe serbixwe dinasînin sîneryoyên Tirkiyê bawer dikin û bêdengî an jî beşdar jî dibin ku tenê ji bo gotina xwe bi ser ê birayên xwe bixin.

Ev mijar gelek girîng û hestyar e. Ji ber wê jî, heya niha mirûdên ENKSê xwe ji widerna nakin û mirûdên Xweseriyê jî, tenê bi silogan û her bijiyan tevdigerin û ti rastiyên heyî li ber çavan nagirin. Naxwazin rastiyan ji gel re zelal bikin.
Dibe ku mirov vê yekê baş nas bike, eger Rêvebirya Rojavayê Kurdistanê pêngavên mezin neavêtina û desdtkevtên girîng bi dest nexistina, Tirkiyê ewende girîngî bi serkirdeyên ENKSê nedida. Ji ber ku beriya avakirina YPG-YPJê ti rola ENKSê di nava opozisyona Sûrî de tune bû. Hebûna wan tenê ji bo hejmar kirinê bû.

Lê her Rêvebiriya Xweser pêngavên mezin ber bi pêş ve avêtin, Tirkiyê û koalisyona Sûrî jî ENKSê ber bi xwe ve rakişandin û êdî li dijî Xweseriyê bi kar anîn û rojane li ser kenalên Erebî bi zimanê erebî rûyê Rêvebiriya Xweser li pêş cîhanê reş û tarîk dikirin û heya ku bi terorîst jî nav dikirin. Eger Rêvebiriya Xweser tune buye, wê ENKSê jî tune bû ye. Eger her du encûmen ango Tevdem û ENKSê li hev bikarina, wê rewşa gelê Rojavayê Kurdistan û bi taybet Efrînê ne ev bû ye.

Ji ber ku hinek serkirdeyên ENKSê bi aweayekî babetî an jî xweyî û zanebûn rêxweşkirinê ji sîneryoyên Tirkiyê û Rûsiyayê re çêdikin û pêkanînê hêsantir dikin wek dagîrikirina Efrînê ku berpirsê peywendiyên derve ê ENKSê Siyamend Haco li ser kenalên biyanî danediket û hemû axivtinên wî rewakirina dagîrkirina Efrînê bû. Ew rêkevtina navneteweyî ku hatibû amadekirin, rastexwe pêknedihat, ji ber ku pêwîstiyên wan bi hinek xalên rewabûnê hebûn, lê mixabin wan serkirdeyên ENKSê ew xalên ku dihatin xwestin bi cih dikirin û pêkanîna senryoya navneteweyî esantir dikirin heya ku ew rewşa ku niha Efrîn tê de dijî pêkhat.

Niha jî ji bilî Rêvebiriya Xweser ti alî û kes nikarin bi rastî xwedî li Efgrînê derkevin, niha ENKSê û serkirdeyên wê dibêjin bila em bi Tirkiyê re hevbpar bin di rêvbebiriya Efrînê de, lê Tirkiyê hîn rê nedaye wan û komên êxwan bi kartîne û naxwaze kurdan bike hevparê xwe di rêvebirina Efrînê de.

Lê ji bo dîrokê ez nêrîna xwe dibêj im, wek Tirkiyê li Efrînê çi kir, wê li Rojhilatê Feratê bêtir bike, Efrîn a niha û bi taybetî a piştî 18-3-2018`an, wek ezmûneke li ber çavan e ku ji aliyê biraderên ENKSê û ew kes û aliyên ku xwe bi serbixwe dijmêrin e, ez bawer uim ku ew hemû wê poşman bibin û wê dîrok li wan neye rihmê ger wiha dirêjî bui karên xwe ên neyartiya birayên xwe bidin.

Ez ne parêzerê Rêvebiriya Xweser in, ez ne jî şaştî û kêmasiyên wê serdigrim û pîne nakim, lê çiqas şaştî û kêmasiyên wê hebin, her dimîne aliyekî kurdî birêbve dibe, ne ereb û ne jî pêkhateke ku neyartiya neteweya kurdî bike ye. Ji ber wê jî, pêwîste em hemû hewil bidin rexne jî bikin û şaştî û kêmasiyan jî zelal û aşkire bikin û hesab jê bixwazin û daxwaza dasdgehkirina wan serkirde û berpirsên ku nirxên gel û pakrewanan naparêzin bikin, lê dibe ku em neyartiyê nekin, em zemînxweşkierin û rewabûnê ji êrişên neyar û dagîrkeran re nekin.

Ez bi hêvî me ku serkireyên ENKSê ên welatperwer û dilsozê doza gel kurd ku di nav de gelek hene û bê desthilat mane, bila bi riya rewşenbîr û kesên kuredperwer û dirust hewil bidin li gel Rêvebiriya Xweser têkevin têkelî û diyalogan û yekrêziya gel biparêzin û bawer bikin, ji vê rêkê û pê ve ti rê li ber we û aliyên din tune ye ku her yek rê heye ew jî beşdarbûn li Rêvebiriya Xweser e.

Rêvebirya Xweser bingeha ezmûna nû ya Rojavayê Kurdistanê ye û wê her bimîne û eger hûn xwe bi kurdperwer û dozperwer û Kuristanî û Barzanî dibînin, eger hûn dixwazin destkevtên gel biparêzin û Efrînê ji rewşa niha ya dojeh derxînin û gelê kur li Rojavayê Kurdistanê biparêzin, werin bi Rêvebiriyê re bibin yek an jî bibin opozisyoneke rasteqîne û bi rûmet û rewa û navenda xwe ji Stenbol bînin Qamîşlo an jî Kobanê tako gel ji we bawer bike k hûn xwedî rêbaza Barzanî yê nemirin. Ji ber ku rêbaza Barzanî yê nemir parastina destkeft û mafê gelê kurd bû, ne rêkeftin bi neyarên xwe li dijî bira û gelê xwe bû.

Di rastiyê de, bila mirov rastgo be û çi dibe bila bibe, rastî ti carî nayên veşartin, ger sed sal û hezar sal jî derbas bibin, wê rastî her were holê û bê zelal kirin û wek tava rojê bê vebiriqandin.

Hozan Efrînî

19-7-2019

Silêmanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket