Rojbûna Reş


21/7/2019 11:58:00
Çapkirin
     Hind EAbdelo

Di berbanga wê rojê de jiyanê jana zayînê dikişand. Lê ez û tu hîngê di xew de bûn û di nav xewnên xweş de destên me hînî melevaniyê dibûn. Di xewneke xweş de destên min pûç bûn û di xewê de noq bûn.

Dema min hewil dida xwe ji noqbûnê rizgar bikim hîngê ez li ser dengê nalînekê ji xew hişyar bûm. Bi vekirina çavên min re, min dît jiyan ducanî û di dema zayînê de ye, lê bijîşkek li ba wê tune bû . Wê hewil dida xwe bi xwe biwelidîne.

Lê min nikarî li pêş êş û janên dikişandinî bê tevger bimama. Min jiyan da ser lênûsa xwe, rûpeleke spî di bin re rêxist û mûmek vêxist. Di ber ronahiya mûmê re bi lez li pênûsa xwe ya ximav sor geriyam, hema min ew dît min kire nav destên xwe û dest bi operasyona zayîna jiyanê kir.

Bi pênûsa ximav sor min zikê jiyanê qelişand. Yekser dilopên xwîna jiyanê û ximavê tevlî hev bûn û herduyan mezinahiya janên vê zayînê li ser rûpelê dinivîsandin. Her dilopeke xwînê hewil dida ji min re tiştekî diyar bikin ku werîsê navikê lihevketî ye û divê ez baldar bim da ku di vê zayînê de mirin amade nebe. Piştî westîbûneke dem dirêj qêrînek ji devê jiyanê derket û wê dawiya ximav û xwînê anî.

Bi qêrînê re dengekî zarokî bi helbestekê ket, helbesteke biçûk ji zikê jiyanê derket û li ser rûpelê bi cih bû. Hema bi lez min navik jê re qut kir, girê da û ew di nav rûpelên lênûsê de pêça . Min helbest kire nav destên xwe û ez pê şad bûm. Di vê tevgerê giş de tu hertim di xew de bû tenê giriyê helbestê dema ji dayîk bû te ji xew hişyar kir.

Lê tu ji xew bi xeyidbûn rabû, ango mîna ku çawa vî girî xewa te li te xerab kir û tu hişyar bû da ku tu mafê xewneke din ji jiyanê bixwezî. Bi bûyîna helbestê re ez pir şad bûm û min dixwest tu jî bi bûyîna wê şad bibî, lê wisa nebû çimkî dema min helbest da nav destên te da ku tu wê bixwînî û wê di nav destên xwe de bipelînî hîngê te helbest di nav destên xwe de fetisand û perçeyên wê yek bi yek di ser serê min de barandin.

Tu bê xatirxwestin ji mal derketî, derî bi hêrs li pişt xwe girt û qet guh neda ku çiqas jiyanê jan kişandin da ku ji te re vê helbestê bi destên min ji dayîk bike û wê diyarî te bike. Tu çûyî û te qet li min nenêrî, min nizanî çi çêbû, lê dengê derî yê bi hêrs hatî ji min re got: Ev ne dengê derî ye. Ev dengê çûndin û dûrketinê ye.

Nema piştî vî dengî nêzîkbûn bimîne, lê belê dûrbûn wê li ber derî hertim bimîne. Bi xemgînî min perçeyên helbestê ji ser serê xwe kom kirin, li ser rûpeleke nû bi rondikên çavên xwe ew nivîsand û nav li rojbûna wê helbestê kir rojbûna reş çimkî piştî vê rojbûnê nema jiyanê helbest ji dayîk kirin ji ber ku di vê rojê de tu çûyî.

Ez jî ji wê rojê de her ku ew dîrok serdanî salnameyê dike ez wê helbestê ji nû ve li ser rûpeleke nû dinivîsim û wê tevlî bayê berbangê ji te re dişînim belkî carekê ev helbest bigihêje te û tu vegerî.

HIND EBDELO


 

Ermenistan; Vekirina perestgeha haerî mezin a Êzîdiyan


Li welatê Ermenistanê mezintirîn perestgeha Êzîdiyan hat damezrandin.

Duh li Ermenistan  ji bo kurdên Êzîdî perestgeheke herî...


»  Danîmark; Ciwanekî kurdê Efrînî girîngtireîn xelata mîkînekî wergirt
»  Hunermenda kurd Leyla Zerya dipeyve
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû


Yekemîn Konferansa Aştî a Cîhanî li Silêmaniyê birêve çû.

Îro roja yekşemê 19-9-2019`an, li bajarê Silêmaniy&e...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

Karîkator