Mela Bextiyar projeya xwe aşkire kir

kurdistani 06:15 PM - 2019-07-20
Mela Bextiyar

Mela Bextiyar

Mela Bextiyar derbarê projeya xwe ya guhertin û çaksaziyê de kongireyeke rojnamegeriyê li dar xist û aşkire kir.

Îro roja şemiyê 20-7-2019`an, li bajarê Silêmaniyê, di heyama kongireyeke rojnamgeriyê de, Berpirsê desteya kargêr ê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Mela Bextiyar projeya xwe ya derbarê guhertin û çaksaziyê da ragiahndin.

Ew daxuyaniya ku di hundir kongireya rojnamgeriyê de di hundirî hola Navenda Çavdêr de lidar xistibû, Berpirsê desteya kargêr ê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Mela Bextiyar dazanîn ku ew proje encama xebat û tekoşîna salên dûr û dirêj e ku di hundirî rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ye, tekez li ser xalên lawazî di hundirî YNKê de hene ku pêwîstî bi çaksaziyê hene tako YNKê bihêztir bibe.

Di wê kongireya rojnamgeriyê de, berpirsê desteya kargêr yê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê wiha pêda çû; Aşkire kir ku rexne û lihevtêghîştin gelek girînge ji bo çaksaziyên navxweyî di hundirî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê de û pêwîste şaştiyan aşkire bikin û bi awayekî wêrekî bidin zelalkirin tako bêne çareserkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket