Tirkiyê çiyayên Herêm bombebaran kir

kurdistani 12:13 PM - 2019-07-19
Tirkiyê çiyayên Herêm bombebaran kir

Tirkiyê çiyayên Herêm bombebaran kir

Hat ragihndin ku balafirên şer ên Tirkiyê çiyayên Gare û Metîna li Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê de dibêje, di êrîşê de 6 endamên PKKê hatine kuştin, lê PKKê derbarê vê êrîşê de hêj ti daxuyanî nedaye.

Li gor agahiyan, balafirên şer ên Tirkiyê, îro înê li sînorê parêzgeha Duhokê, herdu çiyayên Gare û Metîna li sînorê bajarokê Dêrelokê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran dikin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandiye, di encama êrîşa esmanî ya bo ser herdu çiyayên Gare û Metîna de, 6 endamên PKKê hatine kuştin.
Lê heta niha PKKê derbarê wê êrîşê de ti daxuyanî ne weşandiye.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket