Pentagonê Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derxist

kurdistani 09:54 AM - 2019-07-18
Pentagonê Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derxist

Pentagonê Tirkiye ji bernameya firokeyên F-35 derxist

 Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) bi fermî dewleta Tirkiyê ji bernameya firokeyên F-35 derxist.

Pentagonê di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber ku Tirkiyê S-400 ji Rûsyayê kiriye ji bernameya firokeyên F-35 hat derxistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin, ji pîlotên Tirkiyê yên ku bo fêrbûna sîstema firokeyên F-35 çûbûn Amerîka, re hatiye gotin heta 31 Tîrmehê ji Amerîkayê derkevin.
Alîkara berpirsê karûbarên îdarî yên Pentagonê, Ellen Lord jî dibêje, helbet hîn şansê Tirkiyê heye ji ber ku eger Tirkiye pozîsyona xwe biguherîne dikare dîsa tevlî bernameya F-35 bibe , destnîşan jî hat kirin ku bi derxistina Tirkiyê ji sîstema F-35 re, 9 milyar dolar ziyan digihê Enqerê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket