Mesûd Hiso serdana Sendîkeya rojnamevanan kir

kurdistani 07:47 PM - 2019-07-17
Şandeya Rojava li Sendîkeya Rojnavanan

Şandeya Rojava li Sendîkeya Rojnavanan

Şandeya nûneretiya Rojavayê Kurdistanê serdana Sendîkeya rojnamevanan kir.

Nûnerê Xweseriya Demokrat a Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Mesûd Hiso serdana Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê liqa Silêmaniyê kir.

Îro roja çarşemê piştî nîvro li bajarê Silêmaniyê, li navenda Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, sekreterê liqa Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer pêşwazî li şandeya Rojavayê Kurdistanê bi serokatiya berpirsê nûneretiyê li Silêmaniyêm Mesûd Hiso û endamê nûneretiyê Fethulah Husyenî kir.

Her weha di wê hevdîtina du qolî de, derbarê rewşa karûbarê rojnamgeriyê û rewşenbîriyê li Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê hat kirin û çawaniya sûdwergirtina ji ezmûna her du aliyan hat gotûbêj kirin.

Din dawiyê de, sekretrê liqê yê Sendîkeya Rojnamevanan li Silêmaniyê Karwan Enwer û endamên encûmenê hêviya serkevtinê ji ezmûna Rojavayê Kurdistanê re xwestin û soza hevkarî û alîkariyê ji Rojavayê re dan ku her tiştên ji destê wan derkeve wê bikin û wê piştîvan bin ji ezmûna demokrasiya serkevtî a Rojavayê Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket