Hewlêr; Gulebarandin 2 kes hatin kuştin

kurdistani 04:26 PM - 2019-07-17
Hewlêr; Gulebarandin 2 kes hatin kuştin-Wêne- Arim News

Hewlêr; Gulebarandin 2 kes hatin kuştin-Wêne- Arim News

Li bajarê Hewlêrê di buyereke gulebarandinê de 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bûn.

Asayîşa Hewlêrê ragihand ku di encama gulebarandinekê de, 2 kes hatin kuştin ku yek ji wan karmendekî konsilxaneya Tirkiyê bû, her weha kesekî din jî birîndar e.

Di wê barê de, rêvebiriya asayîşa Hewlêrê ragihand; Îro li bajarê Hewlêrê di hundirî xewringehkê de, buyereke teqe û gulebarandin pêkhat û di encamê de, endamekî konsilxaneya Hewlêr ê Tirkiyê û welatiyekî jiyan ji dest dan û yekekî din jî birîndar bû ye.

Di belavokeke xwe de, rêvebiriya asayîşa Hewlêrê aşkire kir ku ew serbarî ku wê buyerê bi tundî şermezar dikin û xemgîniya xwe ji bo malbatên qurbaniyan derdibirin, ew soz didin bi xelkê Hewlêrê û bi taybetî dîplomatkaran ku rewşa Hewlêrê wê bê parastin û û rê nadin ku ewlehiya Hewlêrê têk biçe û lêkolînê jî li ser dikin ûtawanabaran jî bi sizaya wan dighînin.
ku

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket