Şeş welatan bang li Lîbyayê kirin: Dawî li şer bînin

kurdistani 10:07 AM - 2019-07-17
Şeş welatan bang li Lîbyayê kirin: Dawî li şer bînin

Şeş welatan bang li Lîbyayê kirin: Dawî li şer bînin

DYE, Fransa û Misir jî di nav de şeş welatan fikarên xwe yên ji ber şerê li dora paytexta Lîbyayê nîşan dan û bang li aliyan kirin ku dawî li şer bînin.
 
DYE, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî, Îtalya, Misir û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî der barê rewşa li Lîbyayê daxuyaniyeke hevpar weşandin,di daxuyaniyê de hate gotin: "Li Lîbyayê çareseriyeke leşkerî nîne." her weha fikarên der barê şerê li Trablûsê hatin ragihandin û hate gotin, "Ji bo alozî tavilê bi dawî bibe divê dawî li şer bê anîn û di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de pêvajoya siyasî tavilê pêk were."
Di dirêjiya  daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerê navbera hêzên hikumeta Lîbyayê û mareşal Halîfe Haftar gefê li aramiya sektora enerjiyê ya Lîbyayê dixwe û dramên însanî yên koça li Derya Spî zêde dike.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket