Parêzvanê çanda kurdî Bavê Selah namir e

kurdistani 02:57 PM - 2019-07-16
Hunermendê nemir Bavê Selah û rojnamevan Hozan Efrînî

Hunermendê nemir Bavê Selah û rojnamevan Hozan Efrînî

Em te ji bîr nakin sembola çandparêzê çiyayê kurmênc ê resen Bavê Saleh...

Bila serê gelê kurd û Kurdistan xweş be...

Hunemendê gelê kurd yê mezin û parêzvanê kultûr û ferheng resen a Kurdî, û bavê şehîd Gîvara, Ebdurihman Umer (Bavê Selah) 3 sal berê ango di sala 14/7/2016'an de bi vîzîkî ji nav me bar kir lê bi hizir û raman ê nemir di rûpeln dîroka gelê kurd û Kurdsitanê de her zindî ye û wê di dil û mêjkê cvak û nişên nû de jî her zindî bimîne.

Wek ku em nemir nas dikin ku bi xwe ji gundê Gorda ye ku di sala 1952 ji dayîk bû ye, wek tê zanîn ku gundê Gorda hevsênorê gundê me Miskê ye, peywendî û têkelî bi hev re ê gundên derdora Gorda bi hev re pir berferehe û her kes wî ji nêzîk ve nas dike ji ber ku ew kesekî welatparêz û ax parêz bû.

Li gorî ku derbarê jiyana nemir Bavê Selah tê gotin ku ew di destpêka zarokatiya xwe de fêrî stran û heyranên kurdî ên filokorî û dêrîn ku ji resentiya dîroka gelê kurd vejiyane.

Di gelek got û bêj û gotinan de dibêjin ku dayîka hunermendê mezin ê gelê kurd û Kurdistanê nemir Bavê Selah ew fêrî stranan kiribû, çimkê dayîka Bavê Selah ji bavê xwe Îbramê Tirko fêrbibûr.

Hikariya dayika Bavê Selah li ser wî pir bihêz bû, her weha bapîrê wî jî dema serdana mala wan dikir, stran digotin û Bavê Selah ji nêzîk ve ew guhdar dikir û jê fêr dibû, lê fêrbûna herî pir û bi hikarî ji dêka xwe fêrbibû.

Kalkê Bavê Selah Îbramê Tirko li gundê Çeqela yê Cûme bû. Ango gundê Bavê Selah û kalkê xwe Îbrahîmê Tirko pir nêzîkî hev bûn, ji ber ku gundê Çeqela yê Cûmê dikeve rojhilatê gundê Miskê, gundê Miskê jî hevsînorê Miskê ye.

Efrîn û Efrînî û kurdên welatparêz û çandparêz li her deverên Kurdistan û Cîhanê bi kar û xebat û hest û helwestên te ên neteweyî û kurdparêzî û çandparêzî pir serbilind û serfiraz in..

Hunermendê mezin lawê Çiyayê Kurmênc ê parêzvaniya çanda kurdî ya resen dikir, nemir Bavê Selah kete dîroka çanda kurdî ya resen û wek sembola rasteqîne hat naskirin.

Tu kok namirî... Em te kok ji bîr nakin Bavê Selah... Tu rastiya resentiya dîroka hunera kurdî bû yî.

Dilovaniya Yazdanê mezin û mîhreban li canpakiya wî be.

Bila serê gelê kurd û bi taybet Efrîniyan û malbata nemir Bavê Selahh xweş be.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket